Dewletên Ereb ferseta dawî dan Sûriyê DEWLETÊN EREB FERSETA DAWÎ DAN SÛRIYÊ

Dewletên Ereb ferseta dawî dan Sûriyê


Dewletên Ereb ferseta dawî dan Sûriyê

RIBATE- Welatên Yekîtiya Ereb 3 roj dem dane Sûriyê û ji bo ji hesabên xwe vegere. Ji bo Sûriye kiryarên şiddetê û kuştina welatiyên sivîl rawestîne. Herwiha Yekîtiya Welatên Ereb di civîna xwe ya dûh çarşemê ya li paytexta Fasê Rebatê, biryar da çavdêran bişîne Sûriyê.

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Welatên Ereb Nebîl el-Erebî û Serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim, di civîneke rojnamevaniyê de tekez li ser wê yekê kirin ku li pêş rejîma Sûriyê 3 roj hene, ger na endamtiya wê di Yekîtiya Welatên Ereb de, wê bê rawestandin. Herwiha wan şert û merc danîn ku Sûriyeli ser protokola çavdêrên ereb îmze bike.

Di vê derbarê de Nebîl el-Erebî diyar kir ku çi çavdêrek naçe Sûriyê berî ku Sûriyê li ser protokolê îmze bike. Derbarê civîna serokên ereb de jî el-Erebî got: "Niha ji bo lidarxistina civînek bi vî awayî derbarê Sûriyê de dem ne guncaw e." Derbarê pejirandina li ser civînê jî got: "Ta civîneke wiha bihê sazkirin pêwîstî bi pejirandina 15 dewletên ereb heye heta niha çi welatekî pejirandina xwe nîşan nedaye."
Welatên Ereb di civîna xwe de bangewazî li serokê Sûriyê Beşar Esed kirin ku kuştina welatiyên sivîl rawestîne û hemû girtiyan azad bike.

Serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim di civîna çapemeniyê de got: "Em naxwazin bêjin ev fersenda dawiye û ji bo weke gef neyê fêmkirin, lê bi baweriya min, em ji dawiya rêyê ve nêzîk bûn."
Herwiha Casim diyar kir ku mixabin di van 3 rojên dawî de kuştina sivîlan zêde bûye û divê lezûbez kuştin bê rawestandin.
Welatên Yekîtiya Ereb di civîna xwe ya berê li Qahîreyê de biryar dabûn ku endamtiya Sûriyê di Yekîtiya Welatên Ereb de rawestîne û cezayên aborî Ii ser Sûriyê bisepîne û daxwaz ji welatên ereb kir ku balyozên xwe ji Şamê vekişînin.

 
Dîroka girtina ser: 17.11.2011 14:55:10

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *