Qiralê Urdûnê: Bila Esad îstîfa bike QIRALÊ URDÛNÊ: BILA ESAD ÎSTÎFA BIKE

Qiralê Urdûnê: Bila Esad îstîfa bike


Qiralê Urdûnê: Bila Esad îstîfa bike

AMMAN - Qiralê Urdûnê Abdullah ragihand ku divê Serokkomarê Sûriyeyê Beşar el Esad ji bo berjewendiyên welatê xwe îstîfa bike.

Qiral Abdullah ji BBC’yê re axivî û got; “Ez li şûna Esad bûma, min dê îstîfa bikiriba. Ez bawer im ku îstîfa bike û kesek ku piÅŸtî wê wê bikaribe statûkoyê biguherîne.”

Qiral Abdullah destnîşan kir ku divê Esad beriya îstîfayê dest bi diyalogek nû ya siyasî bike. Hêjayê gotinê ye ku cîranê Sûriyeyê Urdun ji ber êrişên li hemberî xwepêşandanan Sûriyey bi zimaneke tund rexne dike.

JI YE’YÊ BIRYARA DANEKIRINÊN NÛ

Li gorî nûçeya AFP dispêre çavkaniyeke dîplomatîk YE’yê biryar da ku danekirinên nû li hemberî 18 rayedarên Sûriyeyê yên ku zextan dikin pêk bîne û biryar da ku deynên ku Ewrûpa bide vî welatî bêne cemidandin. Hate diyarkirin ku di vî warî de di navbera nunerên welatên YE’yê de hevpeymaniyek pêk hatiye û divê ev biryar di civîna YE’yê ya ku wê li Brukselê pêk bê de ji aliyê Wezîrên Karên Derve yên YE’yê ve bê erêkirin.

SÛRIYE: DANEKIRIN BANDOR NAKIN

Di kêliyên ku Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêkanîna danekirinên nû de, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallîm civînek çapemeniyê li dar xist û got ku Sûriye ne Lîbya ye. Mûallîm got; “Yekitiya Ereban jî têrê nekir” û rexne kir. Mualîm got; “Li rexmê her tiÅŸtê jî dîsa Sûriye keleha Ereban e.”

DAVÛTOGLÛ GEV XWAR

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû gef li Sûriyeyê xwar û got; “Di asta navnetewî de nerazîbûnên li hemberî êrişên li ser serbalyozxane û konsolosên me yên li Sûriyeyê nerazîbûn hatine nîşandan, lê em helwesteke bi biryar li hemberî van êriÅŸan nîşan bidin û em ê li gel tekoşîna mafdar a gelê Sûriyeyê bin.”

RÛSYAYÊ BIRYARA EREBAN ŞERMEZAR KIR

Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî biryara cemidandina endamtiya Sûriyeyê ya ji aliyê Yekitiya Ereban ve ÅŸermezar kir û got; “Tedbîrek ne rast e”.

Rojavahî dixwazin BeÅŸar Esad biçin. Li gorî daneyên NY’ê ji 15’ê adarê heta niha zêdetirê 3500 kes jiyana xwe ji dest dane.

IRAQ: BÛYERÊN LI SÛRIYEYÊ BANDOR LI ME DIKIN

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê HoÅŸyar Zêbarî sedema ku Iraqê cemidandina endamtiya Sûriyeyê erê nekir, vegot û diyar kir ku ev bûyerên li welatê cîran diqewimin, yekser Iraqê jî bandor dikin. Zêbarî got; “Helwesta me ne ewqas hêsan e. Sûriye li herêmê welatek girîng ê bira ye û em bi hev re di nava têkiliyên xurt de ne. Gava ku welatê me di tengasiyê de bû, bi sedhezaran welatiyên me hewand, anf.

Dîroka girtina ser: 14.11.2011 15:38:02

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *