Sebahat Tuncel: Tiştek bê serê me berpirsyar Erdogan e
STENBOL - Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan BDP û parlementerên BDP’ê yên jin kirin hedefa xwe. Li hemberî vê yekê, Parlementera BDP’ê ya Stenbole Sebahat Tuncel, diyar kir ku piÅŸtî vê gotinê tiÅŸtek bê serê wan berpirsiyar Serokwezîr Erdogan e. Tuncel, ragihand ku piÅŸtî daxuyaniyên Erdogan li dijî endam û reveberên wan û hemû partiya wan êrîş zêde bûne û berpirsiyarê vê yekê Erdogan e û wiha got: "Li dijî me kampanyaya lîncê daye destpêkirin. Em ê der barê medyayê de gilî bikin."
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, roja sêşemê di koma partiya xwe AKP’ê de BDP û parlementerên BDP’ê yên jin kir hedef. PiÅŸtî vê daxuyaniyê bertekên li dijî Erdogan zêde bûn. Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, diyar kir ku piÅŸti daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan hemû partiya wan bûne hedefa êrîşan û wiha got: "Der barê Åžeyma Guzel de jî berê Midûriyeta Polîsan dîmen kiÅŸandibûn û pêşkêşî medyayê kiribûn Ji bo ku weÅŸanên çapemeniyê ev dîmen li dijî rastiyê bi kar anîn em ê der barê wan de gilî bikin. Gulten ÇatalbaÅŸ jî bi heman sedemê niha tê darizandin. Em ê der barê vê yekê de li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî bikin.
Tuncel destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan hemû wekîlên jin kirine hedefa xwe û wiha got: "Em beşdarî civîna Serokwezîr ku ji serdestiya zilam bawer nake nabin. Bi vê feraseta zilam Serokwezîr nikare pirsgirêkan çareser bike. Divê berî her tiştî mirovê ku em bi wî re rûnin helwesta wî ya ji bo aştiyê hebe. Mirovê ji jinan re bêje dilkevir, sekn û kesayetiya xwe nişan dide. Ger ku li vî welatî jinên digirîn hebin, sedema vê yekê polîtîkayên hikûmetê û vi welatî ne. Serokwezîr berî her tiştî li jinan dide. Em li hemberî van êrîşan gavan bi paş ve naavêjin. Fermana êrîşen lîncê yên li dijî me pêk tên ji aliyê Serokwezîr ve hatiye dayîn. Ger ku tiştek bi serê me bê ê berpirsiyar Serokwezîr Erdogan e.
Parêzera BDP’ê Meral Danış BeÅŸtaÅŸ jî bertek nîşanî helwesta Serokwezîr Erdogan da û da zanîn ku daxuyaniyên Erdogan alozî û sorkirinê zêde dike. BeÅŸtaÅŸ, da zanîn ku ne di heddê wi de ye ku der barê wan de tiÅŸtan bêje û her roj bi gotinên xwe nefter û kîna li hemberî xwe zêde dike, anf.
Dîroka girtina ser: 17.11.2011 14:38:30
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...