Artêşa Tirk dîsa li Zapê bombeyên mîsket bi kar anî ARTÊŞA TIRK DÎSA LI ZAPÊ BOMBEYÊN MÎSKET BI KAR ANÎ

Artêşa Tirk dîsa li Zapê bombeyên mîsket bi kar anî


Artêşa Tirk dîsa li Zapê bombeyên mîsket bi kar anî

BEHDÎNAN - Êrişên hewayî û topbaranên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin. hate ragihandin ku herêmên Zap û Zagrosê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate bombebarankirin. Hate ragihandin ku dîsa bombeyên mîsket hatine bikarnaîn.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HGP’ê der barê êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek nivîskî weÅŸand. Di daxuyaniyê de agahiyên berfireh der barê êrişên hewayî yên di 17’ê mijdarê de pêk hatin de da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bombeyên qedexekirî yên mîkset hatine bikaranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di 17’ê Mijdarê de di navbera saet 09.00-10.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Dirê, Girê Qertel, Dola Çinara, Quntarê MamreÅŸo û xeta Ava Basya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên ÅŸer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. “

BOMBEYÊN MÎSKET HATIN KARANÎN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êriÅŸa li ser Zapê de jî agahî da û diyar kir ku artêşa Tirk bombeyên mîsket bi kar aniye. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di 17’ê Mijdarê de di navbera saet 09.00-13.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Åžikefta Brîndara, Girê Xeregol, Karker, Åžehîd Sefkan û Mahîr Mîrzo, SêgoÅŸeya MirganiÅŸ, Gundên Bezelê, Horê, Zêrê, Zêvê û Bîmê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker bi balefirên ÅŸer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de bi bombeyên mîsketan jî hatiye bombekirin. Di dema êrîşan de gerîla yê me jî bi balefirkujan bersiv dane êrîşên dijmin. Di heman rojê de him bi roj hîm jî bi ÅŸev li dijî Girên Angola, ÇiyareÅŸ û Åžehîd Ferhat, Gundê Nêrveh, Ditaza û Fila ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Ji 18’ê Cotmehê û vir ve piÅŸtî çalakiya ji aliyê gerîla yê me li navçeya Colemergê Çelê lidarxistibû û vir ve artêşa dagirker a tirk bêser û ber bi navberên kurt li derdora xwe êrîşên hewan û obusan lidardixin.”

Herî dawî, artêşa Tirk di 7’ê mijdarê de herêma Zapê topbaran kiriye û bombeyên mîsket bi kar aniye.

JI 2007’AN VE BOMBEYÊN MÎSKETÊ TÊNE BIKARANÎN

Artêşa Tirk a Kurdistan dagir kiriye ne îro, demeke dirêj e ku bombeyên mîsket bi kar tîne. Bombeyên mîsketê yên bi fosfor in, cara pêşî sala 2007’an hatibûn bi karanîn.

Di Çileya sala 2009’an de jî qada Qendîlê bûbû hedef. Wezîrê Hawîrdorê yê Başûrê Kurdistanê Dara Muhammed Emîn jî, agahiya di vî warî de piştrast kiribû. Lê piştî daxuyaniya Wezîrê Hawîrdorê vê carê jî, di 10’ê Nîsana 2009’an de bombeyên mîsketê li herêma Zê hatibûn bi karanîn.

Dewleta Tirk a Peymana Osloyê ya bikaranîna bombeyên mîsketê qedexe dike îmze kiriye, di van demên dawiyê de ji nû ve serî li bi karanîna sîlehên kîmyewî dide.

NÊZÎ 480 GERÎLAYAN BI KÎMYAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

Komeleya Mafê Mirovan (ÃŽHD) di rapora xwe ya di meha tebaxê de aÅŸkere kir ji sala 1994’ê ve ku herî kêm 437 gerîla bi çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin karanîn de jiyana xwe ji dest dan. Ev bîlanço ji bilî ya Çelê ye.

Bombeyên kîmyewî yên ku di sala 1994’ê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû karanîn, anîn Zanîngeha Munîh ê ya Elmanyayê û li wir hatibû piÅŸtrastkirin ku atêşa Tirk kîmye bi kar aniye.

Herî dawî artêşa Tirk di 22-24’ê cotmehê de li Geliyê Tiyarê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê madeyên kîmyewî bi kar anîbû û di encamê de nêzî 40 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, anf.



Dîroka girtina ser: 18.11.2011 12:24:50

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *