Hevdîtina KCD-BDP û Talabanî civiyan HEVDÎTINA KCD-BDP Û TALABANÎ CIVIYAN

Hevdîtina KCD-BDP û Talabanî civiyan


Hevdîtina KCD-BDP û Talabanî civiyan

SILÊMANÃŽ - Herserokên KCD’ê Ahmet Tûrk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Selahattîn DemîrtaÅŸ û Gulatan KiÅŸanak ku ji bo hin hevdîtinan hatin Başûrê Kurdistanê bi Serokkomarê Iraqê û Sekreterê GiÅŸtî yê YNK’ê Celal Talabanî re civiyan. Hate diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî jî daxwaza hevdîtinê kiriye.

Vê sibê Åžanda BDP-KCD’ê ji bo bi Serokkomarê Iraqê û Sekreterê GiÅŸtî yê YNK’ê Celal Talabanî çûn navçeya Dokan a Silêmaniyê. Herserokên KCD’ê Ahmet Tûrk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Selahattîn DemîrtaÅŸ û Gulatan KiÅŸanak beriya hevdîtina bi Talabanî re guhdarî sazî û rêxistinên ji bo Wanê alîkarî kom dikin û der barê erdhejê de agahî dan rêxistinan.

Åžanda BDP’ê û KCD’ê ji ber vê helwesta sazî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê malavahiya wan kir û kefxweÅŸiya xwe nîşan dan. Her wiha ÅŸandê bersiv da pirsên nunerên sazî û rêxistinan ên der barê ziyan û mexdurên erdheja Wanê de.

Herserokên KCD’ê Ahmet Tûrk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Selahattîn DemîrtaÅŸ û Gulatan KiÅŸanak li navçeya Dokanê ya Silêmaniyê bi Serokkomarê Iraqê û Sekreterê GiÅŸtî yê YNK’ê Celal Talabanî re dest bi hevdîtinê kir.

Hate zanîn ku hevdîtina berdewam dike. Li gorî agahiyan rojên hevdîtinê çareserkirina pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî li Bakûrê Kurdistanê ye. Rojeva din a hevdîtinê diyarkirina dîrokekê ji bo Konferansa Netewî ya Kurdan. Li gorî agahiyan wê BDP û KCD ji rêberên Kurdan ên Herêma Kurdistanê bixwazin ku bi awayeke aktîftir rol bileyîzin.

Hate zanîn ku wê piştî hevdîtinê, BDP û KCD bi sazî, rêxistin û partiyên Başûrê Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin pêk bînin û wê der barê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê de agahî bigirin û der barê pirsgirêka Kurdan a li vê parçeyê de gotûbêj bikin. Tê payîn ku BDP-KCD bi nunerên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê re jî hevdîtin pêk bîne.

Li aliyê din, hate diyarkirin ku Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî daxwaza hevdîtina ligel KCD û BDP’ê kiriye.


Dîroka girtina ser: 09.11.2011 15:19:38

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *