Gelo ji bo Sûriyeyê çi plan tên amadekirin?
NÛÇE - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallîm ji ber êrişên li hemberî nunertiyên welatan ên li Sûriyeyê pêk hat lêborîn xwest, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû gef li Sûriyeyê xwar, Rûsyeyê biryara cemidandina endamtiya Sûriyeyê ya ji aliyê Yekitiya Ereban ve şermezar kir. Fîlozofê Fransî yê ku di dema êrişa li ser Lîbyayê de şêwirmendiya Serokkomarê Franseyê Nicolas Sarkozy kir Bernard Henri Lévy, dibêje ku êdî dor hatiye Beşar Esad.
Rojava zextên xwe yên li ser Sûriyeyê diÅŸidîne. YE’yê biryarên danekirinên nû girt, daxuyanî li ser daxuyanî ji bo Sûriyeyê tên dayîn. Jixwe piÅŸtî ÅŸerê 7 mehan rêberê Lîbyayê Muamer Qeddafî ji aliyê NATO’yê ve hate giritn û înfazkirin, êdî awir zivirîne ser Sûriye û ÃŽranê.
BHL: DOR HATIYE BEÅžAR EL ESAD
Fîlozofê Fransî yê ku di dema êrişa li ser Lîbyayê de şêwirmendiya Serokkomarê Franseyê Nicolas Sarkozy kir Bernard Henri Lévy, dibêje ku êdî dor hatiye Beşar Esad. Bernard Henri Lévy (BHL), di navbera Sarkozy û Konseya Netewî ya Demkî ya Lîbyayê de navbeykarî kiribû.
SÛRIYE: DANEKIRIN BANDOR NAKIN
Di kêliyên ku Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêkanîna danekirinên nû de, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallîm civînek çapemeniyê li dar xist û got ku Sûriye ne Lîbya ye. Mûallîm got; “Yekitiya Ereban jî têrê nekir” û rexne kir. Mualîm got; “Li rexmê her tiÅŸtê jî dîsa Sûriye keleha Ereban e.”
Mûallîm got; “TiÅŸtên ku diqewimin ne ewqas mezin in ku gelê Sûriyeyê bixin nava gumanan. Danekirinên DYE’yê û Rojava bandorê li Sûriyeyê nakin.”
JI YE’YÊ BIRYARA DANEKIRINÊN NÛ
Li gorî nûçeya AFP dispêre çavkaniyeke dîplomatîk YE’yê biryar da ku danekirinên nû li hemberî 18 rayedarên Sûriyeyê yên ku zextan dikin pêk bîne û biryar da ku deynên ku Ewrûpa bide vî welatî bêne cemidandin. Hate diyarkirin ku di vî warî de di navbera nunerên welatên YE’yê de hevpeymaniyek pêk hatiye û divê ev biryar di civîna YE’yê ya ku wê li Brukselê pêk bê de ji aliyê Wezîrên Karên Derve yên YE’yê ve bê erêkirin.
EM BER BI DAWIYA KRIÎZÊ VE DIÇIN
Mûallîm diyar kir ku biryara ku Yekitiya Ereban wergirt “rêziknameyê bin pê dike” û got; “PiÅŸtî cemidandina endamtiya Sûriyeyê, em nikarin bi awayeke germ nêzî pêkanîna pêşniyara çareser bibin.”
Mûallîm got; “Gava vê biryarê girtin, diviyabû li hemberî rewÅŸa ku em têde bûn rêzdar bûna”, û wiha domand; “Sûriye di rojên teng de jî di ferqa endamtiya Yekitiya Ereban de ye. Sûriye hewl dide ku gelek planên reformê bi riya diyalogê bixe meriyetê. Wê reformên me jî bidome.” Mûallîm diyar kir ku Sûriye ber bi dawiya krîzê ve tê.
LÊBORÎNÊ DIXWAZIM
Mûallîm ji ber êrişên li hemberî nunertiyên dîplomatîk ên welatên din ê li Sûriyeyê pêk hatin jî lêborîn xwest û got; “Ez di vê mijarê de lêborînê dixwazim û dibêjim careke din dubare nabe. Em li gorî Peymana Viyanayê rêzê ji nunertiyan re digirin. Ji ber van bûyeran em lêborîna xwe diwazin.”
DAVÛTOGLÛ GEV XWAR
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû gef li Sûriyeyê xwar û got; “Di asta navnetewî de nerazîbûnên li hemberî êrişên li ser serbalyozxane û konsolosên me yên li Sûriyeyê nerazîbûn hatine nîşandan, lê em helwesteke bi biryar li hemberî van êriÅŸan nîşan bidin û em ê li gel tekoşîna mafdar a gelê Sûriyeyê bin.”
MUXALÎFÊN SÛRIYEYÊ LI TIRKIYEYÊ NUNERTÎ DIXWAZIN
Di zext û danekirinê li hemberî Sûriyeyê de herî zêde Tirkiye derdikeve pêş. Bi piştgiriya Rojava, Konseya Netewî ya Sûriyeyê li Stenbolê hate damezrandin. Nunerên Konseyê ji Davûtoglû xwestin ku nunertiyeke Konseyê li Tirkiyeyê were vekirin.
RÛSYAYÊ BIRYARA EREBAN ŞERMEZAR KIR
Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov jî biryara cemidandina endamtiya Sûriyeyê ya ji aliyê Yekitiya Ereban ve ÅŸermezar kir û got; “Tedbîrek ne rast e”.
HIN PEYMANÊ ASTENG DIKIN
Lavrov diyar kir ku hin alî hene ku ji bo peymanên navxweyî yên di navbera Sûriyeyiyan bi xwe de asteng bikin, her tiÅŸtê dikin.Lavrov diyar kir ku wê Konseya Netewî ya Sûriyeyê ku li Stenbolê hate damezrandin di 15’ê mijdarê de bê serdana Rûsyayaê. Rûsye zextên li ser Sûriyeyê ÅŸermezar dike û li hemberî biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY’ê radibe.
Rojavahî dixwazin BeÅŸar Esad biçin. Li gorî daneyên NY’ê ji 15’ê adarê heta niha zêdetirê 3500 kes jiyana xwe ji dest dane.
IRAQ: BÛYERÊN LI SÛRIYEYÊ BANDOR LI ME DIKIN
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê HoÅŸyar Zêbarî sedema ku Iraqê cemidandina endamtiya Sûriyeyê erê nekir, vegot û diyar kir ku ev bûyerên li welatê cîran diqewimin, yekser Iraqê jî bandor dikin. Zêbarî got; “Helwesta me ne ewqas hêsan e. Sûriye li herêmê welatek girîng ê bira ye û em bi hev re di nava têkiliyên xurt de ne. Gava ku welatê me di tengasiyê de bû, bi sedhezaran welatiyên me hewand, anf.
Dîroka girtina ser: 14.11.2011 15:41:55
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...