Li Sûriyê di dema xwepêşandanan de 14 rojnamevan hatine wendakirin LI SÛRIYÊ DI DEMA XWEPÊŞANDANAN DE 14 ROJNAMEVAN HATINE WENDAKIRIN

Li Sûriyê di dema xwepêşandanan de 14 rojnamevan hatine wendakirin


Li Sûriyê di dema xwepêşandanan de 14 rojnamevan hatine wendakirin

ŞAM- Senterê Sûriye bo Azadiya Nerînan SCM ragihand ku li Sûriyê di dema navbera Sibat û Cotmeha 2011’an de 109 rewşên binpêkirinê dijî 95 rojnamevanan hatine qeydkirin.
Damezrêner û rêvebirê vê sentera ku destûra xwe di sala 2004’an de ji Fransa standiye Mazin Derwêş got mebesta wan ji derxistina vê raporê di vê demê de ew bû ku hevberkirinekê bikin navbera qunaxa berî û piştî soza rijêma Sûriyê ku rê bide kanalên medyayê bi şêweyekî azad bûyeran pêşçav bikin "da em bizanin ka rijêma Sûriyê pêgîr dibe bi sozên dide yan sozên wê her têk diçin."

Rapor dibêje ku li Sûriyê ji dema destpêkirina xwepîşadanan di 15’î Adarê û heta niha 95 medyakar ji ber karê xwe yê derbarê bûyerên Sûriyê rastî binpêkirinê hatine. Ji wana 11 rojnamevan bêtirî carekê hatine girtin û 76 jî tenê di nava bajarê Dîmeşqê de pêkhatine.

Li gor ku rapor dibêje "29 medyakar bi zorê hatine girtin û 76 rojnamevan jî hatine wenda kirin." Li gor lîsteyekê ku ligel raporê hatiye hevpêçkirin, 31 jinên medyakarên Sûrî hatine girtin, zêdebarî girtina 15 nivîskarên malperên internêtê ku hin ji wan şandine dadgehê û çarenivîsa hinekan jî nediyare. Derbaê wênegiran jî "di yek dem de heft wênegir hatine girtin, ji wan sê şandine dadgehê û çarenivîsê yekî jî hêşta nediyare." Ji bilî girtina şeş mafnas û çalakvanan jî.

Rapor dibêje ku di nava 29 rojnamevanên ku bi zorê hatine girtin û şandine dadgehê de, 21 kes hatine azadkirin, lê 14 rojnamevan û nivîskarên malperan heta niha çarenivîsê wan nediyare ku şeş ji wan ev bêtirî 60 rojane hatine girtin.

Li Sûriyê rojnamevanên biyanî jî rastî astengirinê bûne, ji wana 10 rojnamevanên ku li dawiyê ji Sûriyê hatin derxistin. Lê Senterê SCM diyar dike ku ev tenê ew binpêkirin û bûyerin ku wan dûvçûnî lê kiriye û rojnamevanan bi xwe ji wan re gotine, loma ew di wê bawerê dane ku "hijmara binpêkirin û bûyeran ji vê bêtire."

Rapor behsa wê yekê jî dike ku kanalên asmaniyên erebî ji aliyê alîgirên rijêmê rastî êrîşên tund tên, ji ber ku dûvçûna bûyerên Sûriyê dikin û belavdikin bi taybetî jî kanala Al-Jazeera ku buroya wan di 29’î Nîsanê de hat girtin. Ji bilî ku malbata medyakara kanala Al- Jazeera, Rola Îbrahîm ji ber goşara mezin haşatî ji keça xwe kirin. Medya fermî ya Hikûmeta Sûriyê herdu kanalên Cezîreya Qeterî û Erebiye ya Siudî weke "kanalên fitnê" binav dike.

Rijêma Sûriyê di 2’î vê mehê de razî bû ser kaxeza erebî ya ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê û li gor xaleke soz dabû ku rê bide rêxistinên girêdayî Komkara Erebî û kanalên medya erebî û navnetewî ku bi şêweyekî azad li hemû deverên Sûriyê bigerin û rastiya rewş û bûyeran nas bikin. Lê civîna

Wezîrên Derve yên welatên endamên Komkara Erebî ya di roja 12’î vê mehê biryar girt ku endametiya Sûriyê di Komkara Erebî de bê hilawistin, ji ber ku ew welat pêgîr nebû bi cîbicîkirina xalên kaxeza erebî, rudaw.

 
Dîroka girtina ser: 18.11.2011 12:32:36

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *