Li dijî Demîrbaş ’lêpirsîna şertê zanîna Kurdî’
AMED - Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn destûra lêpirsîna der barê Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş ê ku dema karkeran ji bo xizmetê digirin şertê "li gel Kurdî (Kurmancî û Dimlîkî), Tirkî, Suryanî, Ermenî û Erebî ji wan zimanan yekî bizanin anî" aniye, da.
Wezîrê Navxweyî destûra lêpirsîna der heqê Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş ê ku dema karkeran ji bo xizmetê digirin şertê "li gel Kurdî (Kurmancî û Dimlîkî), Tirkî, Suryanî, Ermenî û Erebî ji wan zimanan yekî bizanin anî" aniye, da. Şaredariya Surê karkerên ji bo Midûriyeta Karên Fen û Paqijiyê digirtin şertê kurdî bizanin anî û li ser vê yekê di 13’yê hezîranê de der heqê Demîrbaş de vekolîn pêk hat û di 29’ê tîrmehê de jî destûra lêpirsînê hate dayin.
JI BO WEZÃŽRÊ NAVXWEYÃŽ ÅžAHÃŽN KARKER ’HEB’ IN
Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn ji bo kesên di teqîna Enqere de kesên di jiyana xwe ji dest dan peyva "heb" bi kar anîbû û ji bo karkeran jî heman peyv bi kar anî. Di hinceta lêpirsînê de wiha hate gotin: "Midûriyeta Karên Fen û Paqijiyê ji bo bixebitin 85 hep karkeran bigirin di 24.01.2011’an de dan îhalê. Piştî encama îhaleyê di 25.02.2011’an de bi firmaya îhale girt peyaman hate îmzakirin. Ji bilî peymanê di navbera Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş û rayedarên firmayê de jî protokolek hate îmzakirin. Di protokolê de şertê ’Karkerên ji bo ximetê tên girtin ji Kurdî (Kurmancî û Dimlîkî), Tirkî, Suryanî, Ermenî û Erebî ji wan zimanan yekî bizanin’ cih digre."
’JI SEDÃŽ 72 KURDÃŽ AXIVÃŽN NAYÊ WATEYA TIRKÃŽ NIZANIN’
Di anketa li navçeya Surê hate kirin de ji sedî 72 gel bi kurdî diaxive û biryar ji ber vê yekê hate girtin. Lê ji bo anketê wiha hate gotin: "Di anketa hate kirin de rastiya wê tune" Di hincetê de têkildarî vê yekê de wiha hate gotin: "Ev yek nayê wê wateyê ku hemû mirov bi tirkî nizanin. Di makezagona me de zimanê perwerdehiyê tirkiye. Ev yekê ji bo hemû keç û xortan mecbûriye û di dibistanên dewletê de bê pere ye."
’TENÊ KARÊ WAN PAQIJIYA KOLANAN E’
Di biryarê de hate diyarkirin ku karker tenê kolanan paqij dikin pêdivî nîne ku bi gel re diyalogê dînin. Ji ber van sedeman der heqê Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş de li gorî madeya 10’an a makezagonê li dijî "rêgeza wekhevî" tevgeriya ye destûr lêpirsînê hate dayin.
DEMÎRBAŞ ÇI GOTIBÛ?
Demîrbaş, têkildarî nûçeyên di 19’ê gulanê de di çapemeniyê de wiha gotibû: "Di anketa ji aliyê şaredariya me ve li navçeyê pêk anî, derket holê ku ji sedî 72 gel bi kurdî û devokên kurmancî û dimilîkî di axivin. Şaredarî ji bo gel heye. Ji bo ku xizmetê ji gel re bike divê zimanê zikmakî bizanibe. Em vê yeke dikin. Gelê me bi xizmeta zimanê zikmakî kêfxweş e, anf."
Dîroka girtina ser: 17.11.2011 14:42:28
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...