Sirri Sureyya: Tenê riya dijmintiya Kurdan ji bo Tirkan dihêlin
Parlementerê BDP?ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder têkildarî mijara "Operasyona dersînor" a tezkereyê hikûmet û muxaletef rexne kir û wiha got: "Her tim bi gotina ?Vê carê dawî ye. Wekî carên berê nabe? gel tê xapandin. Hûn îro biçin malê hûn dê ji zarokên xwe re bêjin me li dijî Kurdan biryara şer girt?. Başe wê demê ger ku ewqas hiş û aqilê we yê pirsgirêkê bi rêya tundiyê çareser bike hebû çima aqilê we yê bi siyasetê çareser bike tune bû. Li vî welatî tê xwestin ku Kurd û tirkan bikin dijminên hev. Wekî din şensek din nadin wan.
Mijara teskereyê ku hikûmeta AKP?ê di 2007?an de anî rojevê û heta niha her sal hate dirêjkirin, dîsa bi daxwaza dirêjkirinê xistin meclîsê. Der barê mijara teskereyê de Parlementerê BDP?ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, der barê mijarê de gotina zanayê mezin Albert Einstein a "Tespîta ehmeq a herî mezin heman şaşiyê bi dehan caran dubarekirin e û dixwaze encamên cuda derkeve" û hikûmet rexne kir.
Onder, bal kişand ser mijara teskereyê û wiha got: "Li gorî jimareyên fermî tenê di navbera salên 1992 û 1997?an de 4 caran operasyonên dersînor pêk hat. Di vê pêvajoyê de zêdeyi 6 hezar mirov hatin kuştin. Bi sehan caran operasyon hatin lidarxistin û hêjmara kuştinê zêdetir bû."
?BI HEMAN GOTINAN GEL TÊ XAPANDIN?
Onder, anî ziman ku bi dehan caran e ji gel re hema çîrok tê gotin û dubare dubare gel tê xapandin û wiha berdewam kir: "Hikûmetê û muxaletefê berê jî gotibûn "Vê care dawî ye. Êdî carek din dubare nabe" Lê kesên ku tên kuştin dîsa şensê wan ê jiyanê nabin."
?Heke tiştên ku Koşaner gotin, me bigota dê me bişandana sêdarê?
Onder gotinên Serfermandarê Giştî yê berê Işik Koşaner ên "em li dijî PKK?ê ne bi serkeftî ne" wekî "xwerexnedaneke samîmî" bi nav kir û wiha got: "Heke wan gotinan em bibêjin dê bibe fezleke û bê pêşberî be. Me ji gotinên Serfermadarê Giştî fêm kir ku pepikê qazê ne wisa ye û bi perde ye. Ji bo vê gotin xwrexnedan lê heke em nîvî van gotinnan bikin dê me bişînin sêdarê. Ango em bi temamî emanetî xwedê ne."
‘KURD JÃŽ WEKÃŽ WE ZAROKÊN BEDEW ÊN ADEM IN’
Onder destnîşan kir ku di hevdîtinên berê de berdevkên muxalefetê gotina "em şansê dawî didin, vê baş bi kar bînin an jî neyên pêşberî me" bi kar anîn û got ku careke din anîna vê yekê pêşberî parlamenteran henekê xwe bi aqilê parlamenteran kirine. Onder bal kişand li ser daxwazên Kurdan jî û wiha axivî: "Ew jî wekî we zarokên Adem ên xweşik in, tu kêmasiyê wan jî nîn e. Tenê dixwazin mafên wan ên ji dayikbûnê tên bi makeqanûnê bê parastin."
?WE JI BILÎ DIJMINAHİYÊ TU TİŞTÊ DİN NEANÎ PÊŞIYA TIRKAN?
Onder, nêzîkahiya xwe ya wekî tirkekî ya li hemberî Kurdan jî nirxand û wiha got: "Tirk di bin hacîrê de ne. Ji bilî dijminahiya Kurdan tu tişt ne danîne beriya tirkan. Bi krediyan û hezaran riyên din ev yek kirin. Li tu cihê cihanê gel nabin dijminên hev. Ev qazana xwînmij û kesabên kewokan e. Ji ber vê yekê divê ev yekê bê red kirin. Divê hemû kesên dilê wan ji aştiyê re vê yekê bikin." Onder, diyar kir ku parştiya muxalîf di hevdîtinên teskereya din de bi nêzîkahiyekî "em dê dengan bidin û lê em dê vê yekê bi şopînin" deng dabûn û wiha axivî: "Gelo we çiqas şopand. Gelo zêdebûna mirina leşkeran serkeftin e? Partiya muxalîfd bi kîjan aqil nêzîk dibe?"
‘BILA BERSAVA WE JI BO ZAROKÊN WE HEBE’
Onder, bang li wekîlên di meclîsê de dengan didin teskereyê kir û wiha pê de çû: "Ji van wekîlan yek dema diçe mala xwe zarokên wî jê re bêje ?Dayîk û bav ew îro li meclîsê çikir? hûn dê bêjin me biryara şer a gelê birayê xwe girt. Gelo zarok dê ji we re bêje eferim? Wê demê zarok dê bêje we aqilekî vê pirsgirêkê bi siyasetê çareser bikin peyda nekir? Li hemberî van pirsan bila bersivekî we hebe."
‘HEKE LEÅžKERÃŽ MECBURÃŽ BE BEHSA ÅžEHÃŽDAN NAYÊ KIRIN’
Onder, piştgîrî da pêşniyara Serokê CHP?ê Kemal Kiliçdaroglu ya Komîsyona Mirovên Aqîl û xwest ku ev yekê bê berfirekirin. Onder, xwest ku hemû kes bi hestiyar be û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev kar bi şer çênabe. Li cihê leşkerî mecbûrî be behsa şehîdan nayê kirin. Divê berê mafê reda vîjdanî bê nasîn."
Dîroka girtina ser: 05.10.2011 23:00:38
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...