Di nûçeyê de çi hebe polîsan xist kurtebiryarê
STENBOL - Di kurtebiryara girtina Berdevkê TOP’ê Tuncay Yilmaz a ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin de tiştên wekî bîranîna Necdet Adaliyê di 12’ê îlonê de hat darvekirin, tevlibûna mitînga boykotkirina referandûmê, şermezarkirina kuştina Ceylan Onkol û şermezarkirina IMF’ê cih girt. Yilmaz ev 14 mehin ji ber van hincetana di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de girtîne.
Berdevkê TOP’ê û endamê ji bo Demokrasiyê Tevgera Yekitiyê Tuncay Yilmaz û 6 hevalên wî bi hinceta"Endamên Biryargeha Şoreşgerî ne" ev 14 meh in girtî ne.
Parêzerê bersûcan Îbrahîm Ergun beriya 3’emîn danişîna wê di 17 sermawêzê de bê dîtin doz ji ANF’ê re nirxand û lêpirsîn şiband dadgehên engîzîsyonê. Mijarek din ku polîsan Ergun, desntîşan kir ku miwekîlê wî Yilmaz, piştî ku polîsan cenazeyê Orhan Yilmazkaya yê di 27’ê nîsana 2009’an de li Bostanciyê hat kuştin bi xefî definkir, tevli çalakiya şermezarkirinê ya li Taxa Gazî bû û li vir axaftinek kir.
Ji ber Yilmaz li vir girse gazî rêzgirtine kir, vê yêkê jî têrê kir ku Yilmaz bi hinceta "Endamê Biryargeha Şoreşgeriye" bê girtin.
Parêzer Ergun, wiha axivî: "Tekanê delîla girtina Yilmaz a madî îfadeya Nadîr Cucukê di 3’ê cotmeha 2009’an de radest bûye ye. Cucuk, di îfadeya xwe de gotiye ku Yilmaz ji ji Dibistana Şer a Deryayê ye nas dike û dibêje ew koordînatorê Partiya Sêwaneyê ye, loma dibe ku perpirsyarê Biryargeha Şoreşgerî be, anf."
Dîroka girtina ser: 16.11.2011 11:00:03
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...