Rojnameyek Îranî: PKK û PJAK li Azerbeycanê hatine bi cih kirin

TEHRAN- Rojnameyekî ÃŽranê belav kir ku beÅŸek ji endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li bajarekê Azerbeycanê hatine bi cih kirin. Lê berpirsên PKK û PJAK’ê wê nûçeyê red dikin.
Rojnameya Cimhurî ÃŽslamî ya ÃŽranê di hêjmara xwe ya dawî de belav kiriye ku beÅŸek ji endamên PKK û PJAK’ê demeke li bajarê Gence yê Azerbeycanê hatine bi cih kirin. Li gor rojnameyê endamên herdu partiyên dijminê ÃŽran û Tirkiyê, Hikûmeta Azerbeycanê piÅŸtgiriya maddî û arîkariya pêwîst pêşkê wan dike.
Lê berpirsên PKK û PJAK’ê ji bilî ku bê agehdariya xwe ya derbarê wê nûçeyê de bênin ziman û hevdem belavkirina nûçeyên bi vî awayî wekî propagandaya ÃŽtlaata ÃŽranê bi nav dikin.
Li gor Rojhilattime, Berpirsekî bilind ê PKK’ê ku nexwest navê wî bê eÅŸkere kirin di vê derbarê dibêj: “Ew nûçe ji rastiyê dûr in. ÃŽtlaata ÃŽranê ji ber wê yekê ku van propagendeyên jehrî belav dike, ji bo tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê pê ne ciwan û lekedar bike.”
Ew berpirsê PKK’ê dibêje: “Komara ÃŽslamî ya ÃŽranê timî xwestiye ku tevgeta azadîxwaz a gelê
Kurdistanê wekî kirê girtiyê welatên biyanî bide nas kirin.”
Ev demek dirêje ku rojnameyên ÃŽranê behsa wê yekê dikin ku Komara Azerbeycanê xwe ji bo wergirtina endamên Mucahîdînî Xelq a ÃŽranê nîşan daye. Niha li kampa EÅŸref ku dikeve bakûrê Bexda niÅŸtecihin û ji aliyê Hikûmeta İraqê ve di bin zextek dijwar a derûnî de dijîn. Ji bo heta dawiya sala 2011’an ji xaka İraqê derkevin. Lê heta niha ti berpirsekî Mucahîdînî Xelq ev nûçe piÅŸtrast yan jî derew dernexistiye.
Dîroka girtina ser: 21.11.2011 12:04:23
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...