PJAK: Ti peywendiya me bi revandina Remezan Mihemedî ve nîne

QENDIL- Navenda Çapemenî û Ragihandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi awayek fermî ragihand ku ti peywendiya gêrîllayên PJAK’ê bi revandina Remezan Mihemedî ve nîne.
Berî du heftiyan kesek bi navê Remezan Mihemedî li bajarê Kamyaran yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê çend kesê ne naskirî ve hat revandin. Ji bo azadkirinê jî daxwaza 500 milyon tumen ji malbata Mihemedî dikin.
Hinek kesan belav kirin ku Remezan Mihemedî ji aliyê gêrîllayên PJAK’ê ve hatiye revandin. Lê Navenda Çapemenî û Ragihandina PJAK’ê di daxuyaniyek fermî de ev gotin red kirin û dibêje:
“Ti peywendiya gêrîllayên wan bi revandina Remezan ve nîne û ev kare ji aliyê hinek kesên çete ve hatiye kirin. Wê wekî PJAK’ê bikevin nava hewldanan û ji bo wan çeteyan eşkere bikin.”
Li gor agehdariyan berî du salan kurdekî din ê wê malbatê ji aliyê çend çekdarên ne naskirî yên girêdayî partiyek Kurdî ve hatibû revandin. Piştre jî bi 300 milyon tumen hatibû rizgarkirin.
Dîroka girtina ser: 23.11.2011 13:51:23
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...