Nûrî Malikî ji Bexdayê Qendîlê tehdît dike
HEWLÊR: Di demekê de ku ji ber çend pirsgirêkên daleqandî, têkiliyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê berbi aloziyê diçin, Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî şandina artêşa Iraqê bo navçeyên Herêma Kurdistanê weke baştirîn rê bona nehiştina PKKê dibîne, lê cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî ku weke kesekî nêzîkî Tirkiyê tê hejmartin got, ev pirsgirêk bi hêzê nayê yakalîkirin.
Parlamentoya Tirkiyê di roja 05.10.2011an rêdana operasiyona derveyî sînor bo saleke din ji artêşa Tirk re nû kir. Di demekê de amadekariyên operasiyona bejayî ya artêşa Tirk di nav xaka Herêma Kurdistanê de zêdetir dibin, pisporên Tirkiyê daxwazji Tirkiyê dikin careke dî vê riyê tecrûbe neke û hewl bide pirsgirêkê bi awayekî siyasî çareser bike. Lê ji niÅŸkave Malikî weke ku bixwaze agir geÅŸ bike, ragehand: “BaÅŸtirîn kar bo girtina rê li ber hatina artêşa Tirk ÅŸandina artêşa Iraqê ye bo deverên sînorî.”
Cîgirê wezîrê pêşmerge Enwer Hacî Osman ev daxuyaniya Malikî weke “zexteke siyasî” li ser Herêma Kurdistanê wesif kir û got: “Ti pêwendiya wê bi operasyona bejayî ya derveyî sînor ya Tirkiyê ve tune. Pêşmergên Herêma Kurdistanê hene, serokê Herêma Kurdistanê fermandarê hêza pêşmergeyane û tenê bi fermana wî, pêşmerge tevdilivin.” Herwiha li gor destûrê Iraqê, ti hêzek ji Bexdayê bêyî rêdana serok û parlamentoya Kurdistanê nikare bê nav xaka Herêma Kurdistanê.
Tirkiyê zû hewl da daxuyaniya Malikî bikar bîne. Wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu ragehand: “Ger Iraq rûbirûyê PKKê bibe pêwîstî bi operasiyona bejayî ya me nake.”
Wezîrê derve yê Iraqê HoÅŸyar Zêbarî di dema serdana wî bo Tirkiyê di roja 13ê vê mehê de piÅŸtî ku ligel Davutoglu civiya, di bersiva pirsiyarên rojnamevanan de ragehand: “Ji bilî PKK û PJAKê çend rêxistinên dî li ser xaka Iraqê hene. Berpirsiya vê yekê di situyê hikûmeta Iraqê de ye û dawîanîna vê pirsgirêkê karê hikûmeta Iraqê ye.”
Weke reaksiyonekê ser daxuyaniya Malikî, serokê parlamenê Kurdistanê Kemal Kerkûkî got: “Ger bi baweriya her alîkî wiha be pirsgirêk bi çekan tên çareserkirin, ne rast e û ev biryar ji pêşî ve nagihîje armanca xwe.”
Di dirêjiya reaksiyonên dijî daxuyaniya Malikî de, cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq HaÅŸimî daxuyaniyek da ajansa Anadolê, ku ajansa nûçeyan ya nîv fermî ya Hikûmeta Tirkiyê ye, û ragehand ku ÅŸandina pêşmerge û artêşa Iraqê bo deverên sînorî pirsgirêka PKKê çareser nake: “ev pirsgirêk bi riya serbazî nayê çarekirin.”
BDPê ku frakisyona wê tenê dijî nûkirina rêdana operasiyona derveyî sînor deng da, guman dike ku li piÅŸtî daxuyaniya Malikî pîlaneke navdewletî xwe veÅŸartiye. Ayla Ata Akant parlamentera BDPê li parlamenê Tirkiyê ji ragehand: “Em ji nêzîk ve çavdêriya gotinên Malikî dikin. Ne diyar e gelo pîlaneke navdewletî li piÅŸt van gotinên Malikî heye, yan tenê daxuyaniya wî ye, lê berî demekê daxuyaniyên hevşêwe ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê jî hatin dayin. Riya leÅŸkerî pirsgirêkê aloztir dike.”
Li ser daxuyaniya Davutoglu, Ayla got: “Davuoglu nabêje emê operasiyonê bicih bînin, lê tekez dike ku bi operasiyonê PKKê jinav dibe. Lewma em guman dikin ku pîlaneke navdewletî li piÅŸt daxuyaniya Malikî hebe.”
Di sala 1985an de peymanek di navbera Iraq û Tirkiyê hat morkirin, li gor vê peymanê artêşên herdu welatan dikarin bi mebesta şopandina neyarên xwe yên çekdar heya kûrahiya 10 km herin nava xaka hev. Ji bilî ku artêşa Iraqê di wê demê de pir bihêz bû, lê dîsa jî nedikarî rê li ber hatina bi dizî ya gerîllayên PKKê bo nav xaka Tirkiyê bigire. Di wê demê de rojane êrîşên çekdarî yên PKKê zêdetir dibûn. Gelo îro artêşa Iraqê ku nikare başûr û navenda Iraqê kontrol bike çawa dikare di erdnîgariyeke çiyayî ya xerîb de rê li ber gerîllayên PKKê bigire? Gelo Malikî dikare hevkêşeyê berovajî bike û vê carê Bexda Qendîlê bihejîne?
Şêwirmendê berê yê serokwezîrê Tirkiyê bo karûbarên Iraqê û endamê parlamenê Tirkiyê Ibrahîm Qalind got: “Hê zû ye ku em bizanin artêşa Iraqê dikare rê bigire li ber hatina bi dizî ya gerîllayên PKKê bo nav xaka Tirkiyê yan na. Lê çi Tirkiyê be yan Iraq be em neçar in ÅŸer li dijî terorê bikin, rudaw”
Dîroka girtina ser: 18.10.2011 22:55:09
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...