Li 16 bajaran terora binçavkirinê: Zêdetirê 60 binçavî LI 16 BAJARAN TERORA BINÇAVKIRINÊ: ZÊDETIRÊ 60 BINÇAVÎ

Li 16 bajaran terora binçavkirinê: Zêdetirê 60 binçavî


Li 16 bajaran terora binçavkirinê: Zêdetirê 60 binçavî

NÛÇE - Terora binçavkirin û girtinan a di bin navê “Operasyonên KCK’ê” li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin berdewam dike. Îro pêşî li Amed, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Qers, bi giştî li 16 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê serdegirtina malan de pêk hatin, herî kêm 60 kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê ya parêzerên Ocalan de girtin û rojnamevan Cengîz Kapmaz jî hate binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya di bin navê “KCK’ê” de bi fermana hikûmeta AKP’ê tê meşandin û di encama wê de bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatine girtin de, îro jî berdewam kir.

BI SER NIVÎSGEHA PARÊZERÊN OCALAN DE GIRTIN

Polîsên Yekîneya Têkoşîna bi Terorê re (TEM) yê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, di çarçoveya "Operasyona KCK’ê " de bi ser Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê ya Stenbolê a li kolana Asmalimescit a navçeya Beyogluyê de girtin. Polîsên Yekîneya Têkoşîna bi Terorê re (TEM) yê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê jî di çarçoveya "Operasyona KCK’ê " de bi ser Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya Stenbolê a li kolana Asmalimescit a navçeya Beyogluyê de girtin.

PARÊZERA OCALAN HATE BINÇAVKIRIN

Polîsan di serdegirtirtinê de kolan li çûn û hatinê qedexe kir û Nivîsgeha Asrinê dorpêç kirin. Hate zanîn ku lêgerîna di nivîsgeha Serokê BDP’a Stenbolê yê berê Prz. Huseyin Çalişçi û gelek parêzerên din de didome.

Li nivîsgehê jî bi ser mala parêzera Abdullah Ocalan Prz. Ayşe Batumlu de girtin û binçav kirin.

BI SER MALA ALINAK DE GIRTIN

Polîsan bi ser mala Prz. Mahmut Alinak de jî girtin. Hate zanîn ku polîsan li Qersê bi ser mala Parlementerê berê Mahmut Alinak de girtin. Lê Alinak ji derveyê bajar bû.

ROJNAMEVAN CENGÎZ KAPMAZ HATE BINÇAVKIRIN

Li Stenbol û Bursayê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Hate zanîn ku operasyonên bi navê "KCK’ê" hatin lidarxistin û di nav de ligel parêzeran gelek kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de ajokarê Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê Huseyîn Karasu jî heye. Piştî polîsan li mala Karasu ya li Esenlerê lêgerîn kir, Karasu binçav kirin. Hate zanîn ku polîsan bi ser mala Rojnamevan Cengîz Kapmaz a li taxa Gultepe de jî girt û Kapmaz jî binçav kirin.

LI AMEDÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Amedê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de di nav de Hevserokê BDP’ê yê Amedê Omer Onen, Cigîrê Şaredariya Rezan Derya Tamrîş jî hene, gelek kes hatin binçavkirin. Sedema operasyonê nehat zanîn.

Polîsan serê sibê bi ser mal û nivîsgeha Serokê BDP’a Êlihê Prz. Mehdî Oztuzun de girtin. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyona Stenbolê de serdegirtin pêk hatiye. Lêgerîna li mal û nivîsgeha Oztuzun didome.

MÊRSÎN

Her wiha, polîsan li Mêrsînê jî bi ser mala Parêzer Bedrî Kûran jî girtin.

Dîroka girtina ser: 22.11.2011 13:02:48

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *