Rûsya plana NATO ya bo rûxandina rejîma Esed eşkere dike

MOSKOW- Dîplomatekî Rûsî eşkere kir ku peymana NATO plana êriş û rûxandina rejîma Sûriyeyê amade kiriye û tekez kir ku ew niha di qonaxa amadekirina wê planê de ne.
Derbarê vê yekê de malpera El-Heqîqe ya Sûriyê li ser zimanê dîplomatê Rûsî diyar kir ku "Zanyariyên piÅŸtrastkirî yên berdest eÅŸkere dikin ku NATO hemû planên operasyonê yên wekî lojîstîk, êrişên tektîkî û cihên ku wê bibin armanca êriÅŸan amade kirine”
Dîplomatê Rûsî dibêje ku tiştê mayî tenê nixmandina yasayî, siyasî û darayî ye. Ya yekem pêwîstî bi biryareke Neteweyên Yekbûyî heye û ya din jî pêwîstî bi peydakirina lêçûn û xerca operasyonê heye.
Dîplomatê ku Endamê Mîsyona Rûsyayê di peymana NATO’yê de ye, li gor belgeyên ku ketine destê wan diyar kir ku "Plana NATO wekî plana ku li Yugoslaviyaya berê hatî cîbicîkirin e ku tê de serok û serkirdeyên rejîmê hatin girtin. Yanî bicihkirina operasyona esmanî li ser baregehên serokatî û serkirdeyên rejîma Sûriyeyê heta ku ew teslîm bibin û wan radestî dadgeheke taybet li Sûriyeyê bikin."
Li gor heman çavkaniyê 2 plan hatine danîn. Ya yekemîn Plana Serekî (A) û ya dûwemîn jî Plana Berdêl-alternatîf (B). Eger Rûsiya û Çîn yan jî yek ji wan mafê veto bikar anî, dê plana duyem bê cîbicîkirin ango NATO biryara operasyonê daye û ger ku razîbûna navdewletî bidest nexe jî.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku operasyon dê heta 2 mehan dirêj bike û lêçûna wê dê bigihe 15 milyar dolar. Herwiha got ku têkeliyên veşartî navbera hin dewletên Îslamî û NATO de hene. Bi taybet jî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Brîtanya, Fransa, Almanya, Dewletên Kendavê û di serî de jî Erebîstana Siûdî.
Dîroka girtina ser: 15.11.2011 11:41:08
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...