Ji bo Polîs û MÎT’ê fona 5 milyarî ya ’venenihartî’
ENQERE - Ankara – Hikûmeta AKP’ê di konsepta ÅŸerê li hemberî PKK’ê de, Fona Pîşesaziya Parastinê ya ku dahata wê 5 milyar e bi hinceta “pêwîstiyên lezgîn ên sîxûrî û ewlehiyê” ji MÃŽT û polîsan re vekir. Hate diyarkirin ku ev fona 5 milyar lîra “venenihartî” ye. Ev sererastkirin bê ku biçe Meclîs, bi Biryarnameya Hikûmên Zagonê kete meriyetê.
Qûnciknivîsa rojnameya AkÅŸamê Çîgdem Toker di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo MÃŽT û Emniyetê 5 milyar fon hate vekirin” de agahiyên balkêş da.
Toker bi bîr xist ku 26 sali n Fona Pîşesaziya Parastinê hemû cûre pêwîstî û pêdiviyên amûr û alavên leÅŸkerî yên artêşa Tirk pêşwazî dike û diyar kir ku ji 2’ê mijdarê ve Emniyet ji bo pêdiviyên lezgîn ên “sîxûrî û ewlehiyê” vê Fonê bi kar tîne.
Toker di nivîsa xwe de wiha dibêje; “Ne gengaz e ku hesabên fonê ji bêne ÅŸopandin.Çavkaniyên me dibêjin ku ji îro û pêve dahata Fonê 5 milyar lîrayê zêdetir e. Ev Fona ku ji roja hatiye sazkirin û vir ve tenê TSK (artêşa tirk) dikare bi kar bîne, lê ev du hefte ne ji aliyê MÃŽT û Emniyetê ve tê bikarnaîn Fona Pîşesaziya Parastinê hemû cûre pêwîstî û pêdiviyên amûr û alavên leÅŸkerî yên artêşa Tirk pêşwazî dike û diyar kir ku ji 2’ê mijdarê ve Emniyet ji bo pêdiviyên lezgîn ên “sîxûrî û ewlehiyê” vê Fonê bi kar tîne. Ji bilî terxaniya xwe. Ev yek bi pêşniyara MisteÅŸar, nêrîna guncaw a wezaretê û ji aliyê Serokwezîr ve hatiye erêkirin…”
Ger ku ev sererastkirina bihatiba rojeva Meclîsê wê rê li ber gengeÅŸeyên mezin vebikiriba, lê hate zanîn ku ev sererastkirin di 2’ê mijdarê de, di rojnameya Resmî Gazeteyê (rojnameya fermî) de hate weÅŸandin.
Ev sererastkirina zagonê bêdeng û pêjin ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hate pêkanîn, weke beÅŸek ji konsepta ÅŸerê li hemberî PKK’ê tê nirxandin. Toker got; “Ji ber ku ev yek bi yasayekê pêk nehatiye, em nikarin hincetên wê jî bizanin. Ev sererastkirinane tu carê nakevin nava tomarên teknîkî yên hiqûqê, hikûmet bi vê yekê îşaret bi polîtîkayên nû yên xwe yên tekoşîna li hemberî terorê dike, anf.”
Dîroka girtina ser: 16.11.2011 10:52:45
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...