John Mcain: Divê Barzanî ji bo ji holê rakirina PKK’ê arîkariya Tirkiyê bike

Washington- Senatorê Amerîkî John Mcian got ku paşdekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê metirsiyên ser Tirkiyê zêde dike û bandora Îranê jî li navçeyê ferehtir dike.
Kandîdê Komariyên yê gera borî bo posta Serkomariya Amerîka, John Mcain di hevpeyvînekê de bo rojnameya (Hurriyet) a tirkî dibêje "ez dijî paşdekişînême, ji ber ku ev wê rewşekê bîne holê ku bandora Îranê li naveyê bêtir be û hemû destkeftî jî wê bi avê de biçin."
Mcian herwiha rexne li Serokê Amerîka Barak Obama digire li ser wê yekê ku nerazîbû hêzên Amerîka piştî 2011’an li Îraqê bimînin û got "Amerîka çendîn derfet jêre hatin ku ligel Hikûmeta Îraqê lihevbê da hêzên me piştî 2011’an jî li Îraqê bimînin, lê serok Obama sûd ji wan derfetan negirt û bû asteng di rêya wan derfetan de.
Obama meha borî di vediokonferansekê de ligel Serok Wezîrên Îraqêê Nûrî Malikî got ku ewê heta dawiya vê salê tevaya hêzên Amerîkayê ji Îraqê bikşîne. Mcain ji aliyekî din di wê hevpeyvînê de got Îran arîkariya Partiya Karkerên Kurdistan, PKK’ê dike "Îran piûtevaniya PKK’ê dike da balansa navçeyên Kurdî yên Tirkiyê û welatên din ên navçeyê tevlihev bike."
Mcian derbarê şer û tundûtîjiyên vê dawiyê navbera leşkirê Tirkiyê û Gerîlayên PKK’ê jî dibêje pêwîste Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî arîkariya Tirkiyê bike bo jiholê rakirina PKK’ê. Ev siyasetmedarê diyarê Amerîkayê di vê derbarê dibêje "PKK rêxistineke teroristiye û ti welatekî dinyayê jî bêdeng name himber kuştina 24 leşkirên xwe. Ez hêvîdarim ku Barzanî û yên din jî arîkariya
Tirkiyê bikin bo jiholê rakirina PKK’ê."
Mcian di dirêjahiya axaftinên xwe de bêtir dibêje ku "PKK pirsgirêka herdu hikûmetên Tirkiyê û ya Herêma Kurdistanê ku pêwîste ew çareser bikin. Tirkiye misoger wê roleke girîng di navçeyê de bilîze bi taybetê bo van 10 salên dahatî ku hêşta Buhara Erebî yekalî nebûye ka wê van welatan berbi demokrasiyê yan berbi îslama radekal bibe."
Senator Mcian ji aliyekî din hoşdarî da ku pirsgirêkên Îraqê yên hundirîn wê metirsiya wan li ser Tirkiyê hebe û got "mirov eger bizane ku Hikûmeta Îraqê ewqas îmkan nînin di warê lihevguhertina zaniyariyan û kontirolkirina tevliheviyên hin bajarên weke Kerkûkê, wê demê mirov hest dike ku paşdekişîna Amerîkayê ji Îraqê wê metirsiyên bêtir li ser Tirkiyê çêke."
Dîroka girtina ser: 18.11.2011 12:28:21
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...