Ji HPG’ê daxuyaniya der barê bombebarana Qendîlê de
BEHDÃŽNAN - Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser herêma Qendîlê de daxuyaniyek da û da diyarkirin ku di encama êrişê de gelek sewalên gundiyan telef bûne. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên Heftenîn û Metîna jî hatine bombebarankirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê êriÅŸa hewayî ya di 13’ê mijdarê de li ser Qendîlê pêk hat de got; “Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 10.00-16.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Åžehîd SavaÅŸ, Åžehîd Rojhat û derdora gundê Lewcê yên bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên ÅŸer êrÃŽÅŸeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de gelek sewalê gundiyên Lewcê telef bûye.”
Di daxuyaniyê de têkildarê êriÅŸa hewayî ya li ser Metînayê jî ev agahî hatin dayîn; “3. Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Gulka ya bi ser Metîna ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên ÅŸer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
HEFTENÃŽN HATE TOPBARANKIRIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê got; “4. Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê KeÅŸan û derdora wê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”
Dîroka girtina ser: 14.11.2011 12:39:27
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...