Leyla Zana ji nû ve tê darizandin LEYLA ZANA JI NÛ VE TÊ DARIZANDIN

Leyla Zana ji nû ve tê darizandin


Leyla Zana ji nû ve tê darizandin

AMED - Piştî 10 sal cezayê Parlamentera BDP’ê ya Amede Leyla Zana ku ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatibû birin û piştre jî ji aliyê 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat xerabkirin biryar hat girtin ku Zana ji nûve bê darizandin. Dadgehê dê Zana ji nûve guhdar bike.

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi hinceta Leyla Zana "Propagandeya rêxistinê kiriye" 10 sal cezayê girtîgehê jê re birîbû. Lê piştî ev ceza ji aliyê 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind hate xerabkirin, darizandinê careke din li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji nûve dest pê kir. Di danişînê de Parlementera BDP’ê ya Amedê Leyla Zana û parêzer Fethî Gumuş û Mesut Beştaş amede bûn. Di danişînê de biryara Dadgeha Bilind hate xwendin û hate xwestin ku dozger jî li gorî vê biryarê tevbigere.

Di danişînê de biryara Dadgeha Bilinda hate qebûlkirin û dozgeriyê jî xwest ku careke din parastina Zana bê girtin. Di danişînê de parêzer Mesut Beştaş, di parastina xwe de diyar kir ku muwekîla wî Zana ji ber wekîl e divê darizandin bê rawestandin. Beştaş, diyar kir ku di madeyên 14 û 83’yan ên Makezagonê de kesên dibin wekîl der heqê wan de darizandin tên rawestandin û wiha got: "Di sala 1996’an de du bersûcên qezaya Susurlukê ji ber wekîl bûn darizandin hate rawestandin. Piştî wekîliya wan xilas bû bi îdîaya ’rêveberiya rêxistina terorê kirin’ hatin darizandin û ceza girtin." Parêzer Fethî Gumuş jî diyar kir ku ji ber Zana Wekîl e divê darizandin bê rawestandin.

Piştî navberê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a li gorî madeyên 14 û 83’yan a darizandin bê rawestandin red kir û bîryara minak îdîanameyê ya têkildarî dozê de ji Meclîsê re bê şandin girt. Heyeta Dadgehê biryar Zana careke din îfadeyan bide û danişîn taloqî 2’yê sibata 2012’yan kir, anf.


Dîroka girtina ser: 18.11.2011 12:09:58

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *