

Hat zanîn, kurdên êzdî yên Gurcistan, Ermenistan, Sûriyê û Ewropayê dê beşdariya rêwresmên Cejna Cemayê bikin ku dê sibê li Lalişê bê pîrozkirin.
Şêwirmendê Civata Rohaniya Bilind a Êzdiyan Kerîm Silêman ji AKnewsê re ragihand ku Cejna Cemayê yek ji kevintirîn cejnên êzdiyane ku êzdî ji hemû welatan qesta peristgeha Lalişê dikin û dîndar û qewalzan di êvarê de beyt û qesîdeyên olî dibêjin.
Silêman xuya kir ku di roja çarê ya cejnê de, perî tê siwarkirin, di roja pêncê de rêwresmên qepaxê tên gîran û roja şeşê berê şibakê tê siwarkirin û her kesek nemorkirî be bi ava Kaniya Spî, divê di cejnê de xwe bi wê avê mor bike, ji ber mor kirin girîngiyeke wê ya taybet di ola êzdî de heye.
Ji bal xwe ve, Birêveberê GiÅŸtî yê Karûbarên Êzdiyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê de Xeyrî Bozanî ji AKnewsê re got, “Bi kêfxweşî, hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê 4 cejnên êzdiyan kirine bêhnvedana fermî û li gorî biryara hikûmeta herêmê, 7 roj ji bo hemû êzdiyên herêmê bêhnvedana fermî ye.”
Bozanî amaje kir ku tê çaverêkirin îsal çend şandên kurdên êzdî ji Gurcistan, Ermenistan, Sûriyê û Ewropayê beşdariy rêwresmên Cejna Cemayê li Lalişê bikin.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...