KCK: Makezagona demokratîk ji bo çareseriyê gelek girîng e
QENDÃŽL - Endamê Komîteya Hiqûqê ya KCK’ê Mordem Besarîn diyar kir ku divê makezagona nû nûnertiya hemû beşên civakî û nêrînên cûda bike. Besarîn her wiha destnîşan kir ku pêwîstî bi hevpeymaniyeke civakî ya demokratîk ku xwe dispêre piranî, azadî û wekheviya welatiyan û da zanîn ku lazime ev makeqanûn xwe ji şîroveya yek ziman, çand, ol û dîrokekê dûr, bixe. Bêsarin diyar kir ku çêkirina makezagona demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî gelek girînge e.
Endamê Komîteya Hiqûqê ya KCK’ê Mordem Besarin nîşaqên çêkirina makezagona nû ya li Tirkiyeyê nirxand.
Besarîn diyar kir ku di warê çêkirina makeqanûna nû de hêj di serî de xeletî hatine kirin û wiha axivî: "Beriya komîsyona ji hemû partiyên siyasî pêk tê, diviyabû komîsyonekî ji hemû aliyên civakê yên wekî olî, bawerî, çand û nijadî de pêk tê hatiba avakirin.
SÊ XALÊN PÊŞÎ
Besarîn, derbirî ku heta her sê xalên pêşî yên makezagonê neyên guhertin nikarin behsa makezagoneke nû ya demokratîk bikin û wiha domand: "Ev her sê xalên ku nayên guhertin û guhertina wan jî nayê teklîfkirin sedema antî-demokratîkbûyînê ye. Vê makezagonê bi vî şiklî pirsgirêkên civakê gelek giran kiriye"
Besarîn her wiha destnîşan kir ku pêwîstî bi hevpeymaniyeke civakî ya demokratîk ku xwe dispêre piranî, azadî û wekheviya welatiyan û da zanîn ku divê ev makezagon xwe ji şîroveya yek ziman, çand, ol û dîrokekê dûr, bixe.
Besarîn der birî ku divê makezagona nû bi rastî demokartîk be û hemû dewlemendiyên çandî yên li Tirkiyeyê dijîn jî hembêz bike û ev tiÅŸt gotin: "Ev makezagon di serî de wê ji bo pirsgirêka kurd jî rolek gelek girîng bilîze. Ger pirsgirêka kurd bi vî awayî bê çareserkirin wê pirsgirêkên Tirkiyeyê ên din bi hêsanî bên çareserkirin, anf.”
Dîroka girtina ser: 16.11.2011 10:56:25
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...