Erdogan: Ez piştgirî didim operasyonên KCK’ê ERDOGAN: EZ PIŞTGIRÎ DIDIM OPERASYONÊN KCK’Ê

Erdogan: Ez piştgirî didim operasyonên KCK’ê


Erdogan: Ez piştgirî didim operasyonên KCK’ê

ENQERE - Serokwezîrê Tirk ji bo operasyonên “”qaÅŸo” KCK’ê yên li hemberî siyaseta Kurdan tê meÅŸandin de axivî û got; "Min weke serokwezîrekî heta niha piÅŸtgirî da operasyonên KCK’ê û ez ê piÅŸtgirî bidim.”

Serokwezîrê Tirk di civîna koma partiya xwe ya serokên bajaran de axivî û piÅŸtgirî da operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê kirin. Erdogan got; “Di meseleya KCK’ê de tiÅŸta pêwîst tê kirin. Evane hemû ji bo yekitî û bihevrebûna me ne” û parêzerên hatin binçavkirin weke “milîtanên rêxistinê” nîşan da.

“Min heta niha weke serokwezîrekî piÅŸtgirî daye operasyonên KCK’ê û ez ê bidim. Ev operasyon ji bo yekitî, netewî û bihevrebûna me ne. AÅŸkere dibe ku vana ji kû çi anîne. Camêr tekoşîna xwe ya hiqûqî nameşîne, ji bo parçekirina vî welatî li vî welatî bi rêxistinê re dixebitin. Gel dewleteke a hiqûqê dikare destûrê bide rêxistineke wiha îllegal? Di meseleya KCK’ê de tiÅŸta pêwîst tê kirin. Evane hemû ji bo yekitî û bihevrebûna me ne.”

Erdogan di berdewama axaftina xwe de careke din angaÅŸt ku ew di van meseleyan de piÅŸtgiriya pêwîst ji çapemeniyê nagirin û got; “Ez li bendê bûm ku çapemenî piÅŸtgirî bide. Lê ez hinekan dinêrim li cihek din in.” Erdogan careke din kesên li hemberî operasyonan kir hedef.

Dîroka girtina ser: 23.11.2011 13:29:26

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *