Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Malbata Qeddafî nayê pêşwazîkirin
HEWLÊR - Beriya niha hate îdîakirin ku dibe hevsera Rêberê Lîbyayê yê hate înfazkirin Muammer el Qeddafî û keça wî li Herêma Kurdistanê bi cih bibin. Lê ev îdîa ji aliyê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate redkirin.
Beriya niha hatibû îdîakirin ku Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ji ber piştgiriya dayî Kurdan, malavahiya Qeddafî yê ku hate înfazkirin kiriye. Ji ber wê jî wê dibe hevser û keça Qeddafî li Herêma Kurdistanê bi cih bibin. Lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê îdîayê red kir.
Malpera Şefeqnews ji zarê Rêveberê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Letîf Şêx Emer ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî ne amade ye pêşwazî li Aîşe Qeddafî û tu endamekî din ê xêzana Qeddafî bike.”
QEDDAFÎ ALÎKARÎ DA KURDAN
Di daxuyaniya ku dihate îdîakirin ji aliyê rayedareke YNK’ê ve hatiye dayîn û di Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê de cih girt, de tê gotin; “Muamer Qeddafî, ji bo tevgera azadiya Kurdan çek bi dest bixe, alîkariya pêwîst daye.” Her wiha di daxuyaniyê de bal tê kişandin ku helwesta Qeddafî ya li hemberî “mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan” xwedî helwesteke erênî bû.
Her wiha hate îdîakirin ku Talabanî dayîna mafê penabertiya siyasî ya ji bo hevser û keça Muamer Qeddafî lêkolîn dike.
Hevsera Qeddafî Safiya, keça Qeddafî Ayşa, ligel du kurên wî Muammed û Hannîbal di dawiya meha tebaxê de, xwe ji ber “sedemên mirovahiyê” spartibûn Cezayîra ku wana qebûl kir. Piştî ku Ayşa gihişt Cezayîrê zarokek a wê çê bû. Rayedarên Cezayîrî dabûn diyarkirin ku ew ê ji bo malbata Qeddafî neyê dersînorkirin û ji bo bikaribin li welateke din bi cih bibin, alîkarî bidin.
NATOYÊ PÊŞÎ LÎNÇ KIR Û PIŞTRE ÎNFAZ KIR
Qeddafî di 20’ê cotmehê de bi saxî li Sîrteyê hate girtin û hate kuştin. Qeddafî bû yekem rêberê ku yekser ji aliyê dewletê ve hatibû kuştin. Qeddafî piştî şerê 7 mehan bi saxî hate girtin. Pêşî hate lînçkirin û piştre hate qetilkirin. Rojnameyek a Frasnî nivîsandibû ku fermana kuştina Qeddafî ji aliyê Serokê DYE’yê Barrack Obama û Serokkomarê Franseyê Nicolas Sarkozy ve hatiye dayîn, anf.
Dîroka girtina ser: 14.11.2011 12:28:56
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...