Herêma Kurdistanê alîkarî ji Wanê re kom dike HERÊMA KURDISTANÊ ALÎKARÎ JI WANÊ RE KOM DIKE

Herêma Kurdistanê alîkarî ji Wanê re kom dike


Herêma Kurdistanê alîkarî ji Wanê re kom dike

HEWLÊR - Wezareta Şaredarî û Geştguzariyê Herêma Kurdistanê ragihand ku wana ji bo gelê Wanê dest bi kampanyaya komkirina alîkariyê kiriye. Wezaretê da zanîn ku wana ji bo gelê Wanê sindoq danîne.

Wezîrê Åžaredarî û GeÅŸtguzariyê ya Herêma Kurdistanê Semîr Ebdullah civînek çapemeniyê li dar xist. Ebdullah ragihand ku wana ji bo berhevkirina alîkariyan ji bo mexdurên erdheja Wanê, wezareta wan sindoqek daniye û heta roja pêncÅŸemê wê berhevkirina alîkariyê berdewam bike û got; “Armanca me jî hevkariya gelê Wanê ye."

Her wiha, Ebdullah diyar kir ku ji bo gihandina alîkariyan lîjnek hatiye sazkirin û wê alîkarî bigihîne mexdurên erdhejê û wê bi wan alîkariyan xanî ji gelê Wanê re bê çêkirin.



Dîroka girtina ser: 16.11.2011 10:50:54

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *