Gul ê behsa tolhildanê dikir: PKK’ê pêvajo sabote kir!
ENQERE - Serokkomarê Tirk Abdullah Gul li ser rêya Îngîlîstanê di balafirê de hin daxuyanî dan çapemeniyê û bê ku operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK’ê de li hemberî BDP’ê tên meşandin bibîne, got ku PKK’ê pêvajoya hevdîtinan sabote kiriye.
Serokkomarê Tirk Abdullah Gul got, "Ger makeqanûna nû neyê çêkirin, wê hêviyên hemû aliyan bişkên" û wiha axivî: "Hêvî gelek zêde bûne, em jî ji hemû kesî re dibêjin em ê çêbikin. Ez bawer nakim li ser esasên bingehîn tu kes cuda bifikire, tenê divê gengeşiyên siyasî çênebe."
Serokkomar Gul, têkildarî Komkujiya Dêrsîmê de jî got, "Ev rastiyek dîroka me ye. Tenê bila nîqaÅŸ baÅŸ bên kirin û tu peyamên din neyên dayîn.”
Di balafirê de rojnamevanekî operasyonên KCK’ê û di vê çarçoveyê de girtina Prof. Dr. Buşra Ersanli bi bîr xist û ji Gul re got ku "Gelo dîsa em vedigerin demên 80’an" Gul ev pirs wiha bersivand: "Ev hemû mijarên siyasetê ne. Loma divê li ser van polemîk neyên kirin. Lê ya rastî, li Tirkiyeyê wê gelek tiştên baş pêkbihatiban. Ew vîn li cem me hemûyan hebû. Lê li hemberî vê wekî tevgerek sabotekirinê hebû. Aliyekê li çiyê aliyê din li bajaran êriş pêk hatin. Bi taybet ger aktorên di nava siyaseta kurdan de hinek cudatir tevgeriyaban dibe ku hin tiştên baştir jî çêbûban."
Gul, bê ku şerê topyekûn yê ji aliyê AKP’ê ve piştî hilbijartinên hezîranê, operasyonên siyasî û leşkerî yên bê navber bibîne û ku piştî çalakiya Çelê behsa tolhildanê dikir got ku pêvajoya heyî ji aliyê PKK’ê ve hatiye sabotekirin.
Serokkomar Gul, têkildarî îdîayên agirbestê de jî diyar kir "Ev şer e" û got ku di vî warî de wan hişyarî daye Serokê Herema Kurdistanê Mesût Barzanî jî. Gul ev tişt gotin: "Rêveberiya Bakûrê Iraqê û yên din jî vê yekê dibînin. Rêxistina terorê niha bi Tirkiyeyê re têkoşîn dide. Lê rêxistinên wiha dema hinek bi hêz bûn û mezin bûn, dibin dijminên aliyên din jî. Dibin dijminê otoriyeta Bakûrê Iraqê jî. Me ji Barzanî re jî got, ev wiha nabe wê zirarê bide we jî, anf."
Dîroka girtina ser: 21.11.2011 12:01:17
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...