Gelo li pişt ’polîtîkaya Sûriyeyê’ operasyonên PKK’ê hene? GELO LI PIŞT ’POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ’ OPERASYONÊN PKK’Ê HENE?

Gelo li pişt ’polîtîkaya Sûriyeyê’ operasyonên PKK’ê hene?


Gelo li pişt ’polîtîkaya Sûriyeyê’ operasyonên PKK’ê hene?

LONDON - Rojnameya ÃŽngilîz Guardian diyar kir ku dibe ev guherîna helwesta Enqereyê ya li hemberî Esad, ji ber zextên Washingtonê be û dibe Washington ji ber vê yekê çavê xwe li operasyonên dersînor ên li hemberî kampên PKK’ê yên li Bakûrê Iraqê re bigire.

Di nivîsa di rojnameya ÃŽngilîz Guardianê de bi îmzeya Jonathan Steele hatiye nivîsandin de, hate diyarkirin ku pêşbîniya “ÅŸerek bi xwîn ê navxweyî” li Sûriyeyê her ku diçe mezintir dibe û destnîşan kir ku banga mudaxelekirina leÅŸkerî ya li hemberî Sûriyeyê ku ji aliyê Konseya Demkî ya Neteweyî ve tê kirin, vê pêşbîniyên mezintir dike.

Jonathan Steele diyar dike ku divê bê ku tu dem derbas bibe, hêzên navnetewî dest bi navbeynkariyê bikin û yek ji van berendamên ku rol werbigirin Tirkiye ye, lê Tirkiye ji mehên havînê ve hewl dide, heta niha tu encamek bi dest nexistiye.

Steele bal kiÅŸand ku Tirkiye di navbera ÃŽran û rejîmên Erebên Sunnî de maye, ev guherîna helwesta Enqereyê ya li hemberî Esad, ji ber zextên Washingtonê be û dibe Washington ji ber vê yekê çavê xwe li operasyonên dersînor ên li hemberî kampên PKK’ê yên li Bakûrê Iraqê re bigire.

Steele destnîşan kir ku aktorê herî girtîng ê ji bo navbeykariyê Komkara Erebane û wiha domand; “Divê Komara Ereban komîsyoneke serbixwe saz bike û der barê rageÅŸiyali Sûriyeyê de bi aliyan re hevdîtin pêk bîne. Ev yek dibe bibe weke hevdîtinên sala 1989 yên Taif ên piÅŸtî ÅŸerê navxweyî yê Libnanê. Lê divê Komkara Ereban beriya her tiÅŸtê dijbertiya li hemberî ÃŽranê ya ji aliyê ÃŽsraîl, Emerîka û Siûdiyê ve red bike. Ji ber ku em pir nêzî hovitiya ÅŸereke mezin in.”

WeÅŸankarê siyasetê yê rojnameyeke din a ÃŽngilîzan Timesê Roger Boyes jî bal kiÅŸand ku welatên Rojavayî ji ber gumana ‘belavbûna Sûriyeyê wê hevsengiyên li Rojhilatanavîn serûbin bikin’, berovajiyê Lîbyayê, xwe ji hewldanên mudaxelekirina Sûriyeyê dûr dixin. Welatê NATO’yê Tirkiyeyê yekane welatê ku yekser ji bûyerên li Sûriyeyê diqewimin bandor bibe ye. Boyes got “Ji ber bandora vê gumanê demê mayîna li ser text a Esad jî dirêjtir dibe, Ji ber ku liweÅŸandina dîkdatoran tiÅŸtek cûda ye, teqîna welatekî li ser sînorên NATO û ÃŽsraîlê cûda ye.”

Rojnameya Times her wiha nivîsand ku Konseya Demkî ya Neteweyî ji bo mudaxelekirina leşkerî ya Sûriyeyê bi fermî daxwaz ji Enqereyê kiriye.

KOMKARA EREBAN PEYAMEKE SERGIRTÎ JI TIRKIYEYÊ RE ŞAND

Nivîskar û rojnamevan Cengîz Çandar di qunciknivîsa xwe ya rojnameya Radîkalê de diyar kir ku Komkara Ereban peyameke sergirtî ji Tirkiye û ÃŽranê re ÅŸandiye, û got; “Komkara Ereban destnîşan kir ku Sûriye pirsgirêkek a Ereban e, bi vî awayî peyama sergirtî ji ÃŽran û Tirkiyeyê re ÅŸand.”

Çandar di nivîsa xwe de ev agahî da; “Hefteya bihurî Wezîrê Karên Derve yê Qeterê li Enqereyê ji Davûtoglû re got ‘Berovajiyê Lîbyayê, Sûriye dilê cîhana Ereban e, yek ji damezrênerên Komkara Ereban e, di hemû ÅŸerên li dijî ÃŽsraîlê de cih girtiye, bi nêzîkatiyên xwe bandor li Urdun û Libnanê jî kiriye, ji sala 1973 ve li Golanê û ser sînorên ÃŽsraîlê rewÅŸeke aram pêk anî ; ji ber wê jî çareserkirina krîza Sûriyeyê karê Ereban e, anf.”

Dîroka girtina ser: 18.11.2011 12:21:37

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *