Ji rewşembîrên Elman û Ermen bo Erdogan nameya Zarakolû
POTSDAM - Di konferansa bi navê “Gotûbêjên Bûyerên 1915-16” ya li Zanîgneha Potstam a Elmanyayê pêk hat de girtina weÅŸanvan û nivîskar Ragip Zarakolû hate protestokirin. Ji bo serbestberdana Zarakolû biryar hate dayîn ku name ji Erdogan re bêne ÅŸandin.
Di dawiya hefteyê de li Zanîngeha Potsdam a Elmanyayê ji aliyê Mala “Lepsiushaus” Lepsius a ku navê xwe ji Elmanê Xrîstiyan Johannes Lepsius ê ku jenosîda Ermeniyan ragihand, digire, ve konferansek bi navê “Li Tirkiyeyê Gotûbêjên Bûyerên 1915-16” hate lidarxistin. Di nava kesên ku wê beÅŸdarî konferansê bibûna, nivîskar Ragip Zarakolû yê ku ji doza KCK’ê hate girtin jî hebû.
Rewşa Zarakolû yê ku ji ber girtî ye, nekarî beşdarî konferansê bibe, hate gotûbêjkirin. Rewşembîran bal kişandin ser xebatên Zarakolû yên li ser qirkirina Ermeniyan jî.
Nivîskarê Elman ê navdar Rolf Hosfeld ê ku bi xebatên xwe yên der barê komkujiya Ermeniyan de tê nasîn got; “Em ne li benda girtina Zarakolû bûn”. Ligel Hosfeld Rêveberê WeÅŸanê yê Rojnameya Agosê Rober KoptaÅŸ jî hebû. Di dawiya konferansê de biryar hate dayîn ku ji bo serbestberdana Zarakolû name ji Erdogan re bê ÅŸandin.
WÊ ÎRO NAME BIDIN BALYOZXANEYÊ
Nameya ku ji aliyê Koptaşû Hosfeld, Fethiye Çetin, Necla Kelek, Ayşe Gul Altinay, Raffi Kantian, Rolf Hosfeld, Tessa Hofmann, Corinna Guttstadt, Muriel Mirak-Weissbach, Peter Leinemann û Hans-Ulrich Schulz ve hatiye îmzekirin, wê îro radestê Balyozxaneya Tirk a li Berlînê bê kirin û bi riya balyozxaneyê ji Erdogan re bê şandin.
RewÅŸembîr di nameyê de dixwazin bizanin çima Zarakolû hatiye girtin û banga “Sedemên girtinê me aÅŸ nakin. Divê Zarakolû bê ÅŸert û merc tavilê serbest bê berdan, anf.”
Dîroka girtina ser: 08.11.2011 09:36:39
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...