Fransa: Ji bo rejîma Sûriyeyê êdî pir dereng e
ENQERE - Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Alain Juppé ku hatibû serdana Enqereyê got, “Ji bo ku rejîma Sûriyeyê li ser kar bimîne êdî zaf dereng e.”
PiÅŸtî hevdîtina xwe ya bi Serokê Komîsyona Karê Derve yê Meclîsa Enqereyê ûı mebûsê AKP’ê yê Stenbolê Volkan Bozkir re Alain Juppé got, “Rejîm naxwaze bi angajeyî bernameyeke reformê bibe û em difikirin ku êdî zaf dereng e.”
Wezîrê karê derve yê Fransayê, derbarê qrîza Sûriyeyê de, diyar kir ku nêzîkahî û helwesta Tirkiyeyê gelekî nêzî hev in û ew ê bi hev re bixebitin.
GELO DESTÛR DA HERÊMA TAMPON?
Derbarê nêta avakirina herêmeke tampon a li ser sînorê Sûriyeyê ya Tirkiyeyê jî Juppé wisa got; “Divê Tirkiye biryara vê yekê bide. Em difikirin k udi çarçoveya çalakiyeke navneteweyî de ev yek were kirin.” Juppé anî zimên ku tedbîrên wisa cidî tenê di kontrola Konseya Ewlekariyê ya NY’yê de ye.
Juppé ku ji bo serdanên du rojan do hatibû Stenbolê, bi serokwezîrê Tirk R.T. Erdogan û wezîrê karê derve Ahmet Davûtoglû re hevdîtin kir. Îro careke din jî bi Davûtoglû re hevdîtin pêk anî. Wezîrê fransewî wê piştî serdana xwe ya Tirkiyeyê, wê di serî de Mîrekiyên Yekbûyî Yên Ereb û Rojhilata Navîn jî rêzehevdîtinan pêk bîne, anf.
Dîroka girtina ser: 18.11.2011 12:16:30
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...