Fetullah Gulen: Pirsîna gora Seîdê Kurdî kustexî ye
NÛÇE- Fetullah Gulen, peyamek dimenî da malpera xwe ya bi navê Herkul.org. ê. Guftûgoya di 14’ê mijdara 2011’an de hatiye lidarxistin bi manÅŸeta "Bila bibe ax, bila bibe bira" hatiye dayîn. Di hevpeyvînê de gotinên têkildarî gora Seîdê Kurdî jî gelek sosret in. Tê xwuyakirin ku Gulen û Komiteya Yekitiya Netewî ya darbeya 27’ê gulana 1960’an pêk anîne bi hev re gora Seîdê Kurdî ya li Mizgefta Halîlulrahman a li Rihayê de talan kirine. Gulen di hevpeyvîna xwe de ÅŸikra Seîdê Kurdî wiha dibêje: "Wekî kesekî tune bihesibînin, wekî Seîdê Kurdî gotiye. Bila tenê ji bilî du sê ÅŸagirtên min tu kes cihê gora min nezane. Ev mertebeyek gelek payebilind e. ÃŽro jî tu kes cihê gora wî nizane. Hinekan xwest der heqê wî de belgefîlm çêkin. Ji min re jî gotin. Lê wî ev yek qedexe kiriye. Em ê çawa bêjin. Ji bilî du sê ÅŸagirtên wî tu kes nizane. Pirsîna gora wî kustexiye."
Gulenê xwedanê van gotinan piştre jî nijadperestiya xwe qet nediveşard û digot, "Quretiya min a Tirk qebûl nekir ez biçim cem Seîdê Kurdî" Piştî Seîdê Kurdî jiyana xwe ji dest da, Gulen Rîsaleyî Nûra ya Seîdê Kurdî guhert û xist xizmeta Tirkitiyê. Heman Gulen, niha wêrankirina gora wî û ji holê rakirina gorê wekî wasiteya Seîdê Kurdî dide nîşandan. Nexwe tê zanîn, ne Seîdê Kurdî tiştek wiha gotiye ne jî malbata wî. Wisa xuya dibe ku Fermandarê Artêşa 1’emîn Cemal Turan û Gulen bi hev re gora Seîdê Kurdî ji holê rakirine.
Seîdê Kurdî ku jiyana xwe piranî li surgunê derbas dike, di 21’ê adarê de roja Newrozê vedigere Kurdistanê. Ji bo ku li Kurdistanê bimire vegeriyaye. Pişitî du rojan di 23’yê adara 1960’an de li Rihayê jiyana xwe ji dest da û gihişt ser dilovaniya xwe. Beriya çend sal mirina xwe wî wasiyatnameyek çêkiribû. Di vê wasiyetê de Seîdê Kurdî wiha gotiye: "Piştî sed salan, neviyên min ên ji bo doza min xebitine, bila bi guldesteyekê bên ber Medreseya Xorxorê ya li ber Keleha Wanê bang li min bikin."
Bi vî awayî dixwaze wî li Medreseya Xorxor ya li Wanê defin bikin. Rejîma tirk ku ji cenazeyên rêberên kurd ên wekî Şêx Seîd, Xelîl Cîbranli, Seyîd Riza û gelek ên din ditirse tehemûl gora Seîdê Kurdî jî nekir. Niha berekêlek Seîdê Kurdî jî xuya nake. Li gel ku neviyên Seîdê Kurdî gelek dixwazin gora wî peyda bikin, Gulenê paşverû ji bo talankirina gora wî rewa nîşan bide fetwayan dide.
TALANKIRINA GORA WÃŽ
Çawa di her derbeyê de kurd bûne armanc di derbeya 27’ê gulana 1960’an de jî kurd dîsa bûne armanc. Di vê darbeyê de kurd li Wargehên Berhevkirinê yên li Sêwasê hatin tijekirin. Her wiha di vê derbeyê de çi berhemên çanda kurdan hebin jî hatin talankirin. Di vê çarçoveyê de gora Seîdê Kurdî jî hat wêrankirin. Piştî Seîdê Kurdî wefat kir, bi hezaran kurd herikîn Rihayê. Cenazeyê wî li Mizgefta Halîlulrahmanê hat definkirin. Kesên du di dema jiyanê de zulm li Seîdê Kurdî dikir, ji bo rehetê nedin hestiyên wî jî dest bi tevgerê kirin.
Di 11’ê tîrmeha 1960’an de roja duşemê Waliyê Rihayê Necdet Yalçin û Fermandarê Kolorduyê Cemal Tural bi balafirek leşkerî hatin. Konyayê cem birayê Seîdê Kurdî, Abdulmecîd Unlukul ê li Konyayê di Dibistana Îmam Hatîbê de mamostetî dikir. Walî Unlukul gazî walîtayê kir û ji wî re got: "Em ê gora birayê te Seîdê Kurdî ji Rihayê neqil bikin. Ji çar aliyê cîhanê têne serdana wî. Lê em ê vê yekê wekî daxwaza te bidin nîşandan. Vê belgeyê îmze bike." Lê birayê Kurdî, Ulukul îtîraz li vê yekê dike û dibêje ez tiştek wiha naxwazim. Lê derbekar Ulukul didin zorê û bi balafirê dibin Amedê û ji wir jî dibin Rihayê. Di dema rêwîtiyê de çavên Ulukul jî girêdidin. Di 12’ê 1960’an de leşker Rihayê dorpêç dikin. Her wiha di heman demê de Mizgefta Halîlulrahaman a gora Kurdî lê jî tê dorpêçkirin.
Unlukul, vê bûyerê wiha vedibêje: "Me bi hev re gora wî vekir. Min digot niha hestiyên seyda tevlîhev bûn. Lê dema min destê xwe avêt kifin. We digot hima a niha jiyana xwe ji dest daye. Tiştek bi cenazeyê wî yê ezîz nehatibû. Kifinê wî vekirin. Te digot seyda dikene. Kenek ser rûyê wî hebû. Me cenazeyê xwedanê bêxwedanan, mezlûman ji wir rakir xist darbesta ku leşkera anîbû. Piştre darbesta wî birin ber balafirê." Piştî vê bûyerê êdî tu kes tiştekî nizane. Birayê usdat Seîdê Kurdî, Ulukul jî neçarî vedigere Konyayê.
Pişitî 50 salan hêj tu kes nizane cenazeyê wî birine ku derê. Lê ji bo ku wî bidin jibîrkirin, tiştên wî ne gotine wekî wesiyeta wî tînin rojevê. Rayedar di vî warî de kerr û lal in. Dixwazin Seîdê Kurdî bidin jibîrkirin. Niha Gulenê paşverû dibêje "Pirsîna gora Seîdê Kurdî kustexî ye." dixwaze hemû kes wî ji bîr bike. Malbata Seîdê Kurdî tiştek wiha nabêje.
Lê ger wiha be wê demê çavkaniya gotinên Gulen çî ye?,
Têkiliya di navbera wî û General Cemal Turan çî ye?
Gelo dibe ku ji ber Gulen cihê gora wî dizane wiha tevdigere?
Têkiliya di navera Gulen û Cemal Turan de gelek zelal e. Gulen di sala 1960’an de li Daiyereya Herba Taybet wekî sîxur leÅŸkerî dike. Ew dema hêj di 16 saliya xwe de li Erziromê ji aliyê Serpêl Esad KeÅŸafogul ve tê gihandin û wekî sîxur dişînin nava Cemaeta Nûr. PiÅŸtî demekê Gulen dema di leÅŸkeriyê de dişînin cem Fermandarê 2’emîn Kolorduyê Cemal Tural. Têkiliya wan ji wir dest pê dike. Ji ber ku Gulen sîxure her tim di warê ÅŸerê taybet de weazan dide. Gulen di pirtuka xwe ya bi navê “Kuçuk Dunya” (Cîhana Biçûk) de dibêje: "Di dema ku tu kesî nedikarî li ser kincên leÅŸkerî cube li xwe bike, min bi van kincan weaz dida."
Têkiliyên di navbera Gulen û Turan de jî dide nîşandan ku Gulen û wî hev re gora Seîdê Kurdî winda kirine. Wekî Seîdê Kurdî gotiye: "Dijmin xwe xistiye postê nûrê, anf"
Dîroka girtina ser: 23.11.2011 13:27:39
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...