ExxonMobil wê li Başûrê Kurdistanê li petrolê bigere
HEWLÊR - Şîrketa Petrolê ExxonMobil ji bo li Başûrê Kurdistanê dest bi xebata lêgerîna petrolê bike, ligel Hikûemta Herêma Kurdistanê peymanekê mor kir.
Michael Howard ê ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ji rojnameya Financial Times re axivî û diyar kir ku di çarçoveya peymanên di meha bihurî de hatine morkirin de, wê Exxon li herêmê li 6 cihan li kanzayên petrol û gaza xwesayî bigere.
Li gorî agahiyên ku Howard got; “Rêveberiya Kurdistanê di van demên dawiyê de bi gelek şîrketên mezin re ji bo lêgerîna petrol û gaza xwezayî hevdîtin pêk dianî. Di dawiyê de Exxon Mobil rayeya lêgerîna petrolê bi dest xist.”
Başûrê Kurdistanê di warê petrol û gazên xwezayî de yek ji herêmên herî dewlemend ên cîhanê ye.
Exxon di sala 2009 de li korta Kûrna Rojava mafê xebitandina 30 salan wegirt û bû yekemîn konsoriyuma DYE’yê ya li Iraqê, anf.
Dîroka girtina ser: 12.11.2011 09:51:53
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...