Parlamentoya Ewrûpa: Li Sûriyê 4500 kes hatine kuştin

BRUKSEL- Parlamentoya Ewrûpa ragihand ku ji 15’ê Adarê roja dest pê kirina xwepêşandanên nerazîbûnê yên li hemberî rejîma Sûriyê heta niha hêjmara kesên hatine kuÅŸtin gihaye 4 hezar û 500 kesan.
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpa ve li Brukselê hatine belav kirin, ji 4 hezar û 500 kesên hatine kuştin, 282 zarokin û 197 jî jin in. Lê yên heta niha ne diyar, hêjmara wan digihe 40 hezar kesî, kesên hatine girtin û niha di girtîgehan de nêzî 50 hezar kesan in.
Herwiha li gor rapora Yekîtiya Ewrûpa, heta meha borî zêdetirî 9 hezar leşker û efser ji artêşa Sûriyê cûda bûn. Ji vane jî 2 hezar û 600 ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine darvekirin, rudaw.
Dîroka girtina ser: 21.11.2011 12:09:18
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...