Emîne Ayna: Wê dawiya Erdogan jî bibe wek ya Çîllerê
AMED - Parlementera BDP’ê ya Amedê "Operasyona KCK’ê" ya ku di navde Hevserokê BDP’a Amedê Omer Onen, Cîgira Şaredara Rezan Derya Tamrîş û endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê jî heye 35 kesên li Amedê hatin binçavkirin, şermezar kir. Ayna, da zanîn ku encama Tansû Çîllerê çawa bû wê ya Serokwezîr Erdogan jî wisa bibe.
Di çarçoveya "Operasyona KCK’ê" de li 16 bajaran zêdeyî 60 kesan hatin binçavkirin. Li Amedê jî di nav de Hevserokê BDP’a Amedê Omer Onen, Wekîla Şaredara Rezan Derya Tamrîş û endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê jî heye 35 siyasetmedar, parêzer û rojnamevan hatin girtin.
Serdegirtin û lêgerîna malên BDP’ê berdewam dike. Bi serdegirtina avahiya BDP’ê ya navçeya Rezan de polîsan gelek alav û amûrên BDP’ê desteser kir. Piştî serdegirtinê Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna, bertek nîşanî operasyonê da û wiha got: "Li hundir avahiyê kêr û çek tune bû. Li hundir tenê fikr û raman hebû. Niha tiştê tê kirin darbeya siyasî û leşkerî ya Recep Tayip Erdogan e. Heta duh operasyona siyasî bû êdî bûye siyasî û leşkerî."
Ayna, polîtîkayên Erdogan û Çîllê şiband hev û da zanîn ku di sala 93’an de encama polîtîkayên Tansû Çîllerê çawa bû wê encama polîtîkayên Tayyip Erdogan jî wisa bibe. Ayna, da zanîn ku Hikûleta AKP’ê jî wê têk biçe û gelê kurd û têkoyîna gelê kurd wê bi ser bikeve
Dîroka girtina ser: 22.11.2011 12:51:47
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...