Ji Parlementoya Xweser a Navarrayê biryara ’Demîrbaş’
MADRÎD - Parlementoya Herêma Navarra ya Spanyayê ji bo destûr bê dayîn ku Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş bikaribe li derveyê welat bê dermankirin, bang li rayedarên Tirk kir.
Di biryara di Parlementoya Herêma Xweser a Navarra ya Spanyayê de hate erêkirin de wiha tê gotin; “Em di vê dema zor a Demîrbaş de hemû alîkarî û piştgiriya xwe ya ji bo Demîrbaş nîşan didin û em hêvîdar in ku wê tedawiyeke ku bikaribe nexweşiya wê ji holê rabike, bibîne.”
Di biryaraê re ji Wezareta Karên Derve ya Spanyayê tê xwestin ku van bangan li rayedarên Tirk bike; “Em daxwazin dikin rayedarên Tirk biryara daraza Tirk der barê Demîrbaş de dayî di ber çavan re derbas bibe û ji bo bikaribe bê dermankirin destûr bê dayîn ku derbikeve derveyê welêt.”
Parlementoya Xweser rexne kir ku ji Demîrbaş re bi giştî 227 sal cezayê girtîgehê tê xwestin û ji 27 “sucên ramanê” tê darizandin, anf.
Dîroka girtina ser: 21.11.2011 11:56:48
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...