Balafirên Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin
BEHDÎNAN - Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Zapê bombebaran kirin. Hate zanîn ku herêma Zagrosê jî tê bombebaran kirin û balafir li ser Qendîlê jî digerin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro herêma Zapê ya di bin kontrola gerîlayan de bombebaran kirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn; “Di 17’ê Mijdarê de ji saet 09.00’an de li dijî Åžikefta Brîndara, Quntarê başûr û bakurê wê, Xeregol, Åžehîd Sefkan, SêgoÅŸeya MirganiÅŸ, Gir û rêzegirê Karker, ÇiyareÅŸ, Gundên Horê, Zêrê, Zêvê û ReÅŸmê ku bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên ÅŸer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman demê de gerîla yê me bi balefirkujan bersiv dane êrîşên balefirân. Cardin li dijî herêma Ertûşê ji aliyê artêşa dagirker bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Her wiha li gorî çavkaniyên herêmî, herêma Zagorê ya di bin çavdêriya gerîlayan de jî hate bombebarankirin. Her wiha hate diyarkirin ku balafirên şer li ser Qendîlê jî digerin.
Artêşa Tirk ji 17’ê tebaxê ve Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Bi sedan gundî gundên xwe terikandine. Di 21’ê tebaxê de 4 jê zarok, bi giÅŸtî 7 sivîl ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin,anf.
Dîroka girtina ser: 17.11.2011 14:40:18
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...