KCD û BDP wê li Stenbolê bersiv bidin operasyonên KCK’ê
STENBOL - Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê, piştî di 2 mehên dawî de di çarçoveya doza KCK’ê de 144, rêveberên BDP’ê hatin girtin, ji bo di 20’ê mijdare de li Kadikoyê mîtîngê pêk bîne dest bi amadekariyan kir.
Rêxistina BDP’e ya Stenbolê, bi boneya li dijî operasyonên ku li ser navê KCK’ê li dijî endam û rêveberên BDP’ê û KCD’ê pêk tên û di nava 2 mehan de 144 endam û rêveberên BDP’ê û KCD’ê hatin girtin wê di 20’ê mijdarê de li Kadikoyê ya Stenbolê mîtîngê pêk bînin.
Rêxistina BDP’ê beriya mîtîngê lez da xebatên xwe. Rêxistina BDP’ê ji bo mîtîngek xurt pêk binin li hemû navçeyan lez dan xebatên xwe. Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, der barê amadekariyên mîtîngê de diyar kir ku wan komîsyonên amadekariyên mîtîngê avakirine û li her navçeyan gelek civînên gel pêk anîne. Bîlgîlî, anî ziman ku xebatên wan bi lez berdewam dike.
Bîlgîlî, anî ziman ku ew xebatên xwe bi civînên gel û belavokan berdewam dikin û li bemdê ne ku di 20’ê mijdarê de bi beşdariyek xurt mêtîngê pêk bînin.
Bîlgîlî, destnîşan kir ku dê saet di 11’ê mijdarê de li qada Kadikoyê mîtîngê pêk bînin, anf.
Dîroka girtina ser: 15.11.2011 11:22:10
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...