Ji jinên BDP’yî banga ’Serokwezîr şermezar bikin’ JI JINÊN BDP’YÎ BANGA ’SEROKWEZÎR ŞERMEZAR BIKIN’

Ji jinên BDP’yî banga ’Serokwezîr şermezar bikin’


Ji jinên BDP’yî banga ’Serokwezîr şermezar bikin’

AMED - Meclîsa Jinan a BDP’ê gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan a li dijî jinên BDP’yî şermezar kir û bang li jinên Tirkiyeyî kir û xwest Serokwezîr şermezar bikin.

Meclîsa Jinan a BDP’ê têkîldarî gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan a li hemberî jinên BDP’yî civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinan a BDP’ê Kîbriye Evren axivî û wiha got: "Hikûmet bi girtiya siyesetmedarên kurd di bin navê KCK’ê de, bikaranîna li dijî ciwanên kurd çekên kîmyewî, astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi agir dilîze." Evren li dijî gotinên Erdogan nerazîbûn nîşan da û got ku Serokwezîr niha jî parlamenterên BDP’î yên jin kiriye hedef û bi vî rengî dixwaze têkoşîna jinên kurd asteng bikin.

Evren diyar kir ku di dema hikûmeta AKP’ê de kuştinên jinan ji sedî hezar 400 zêde bûne û rojê 3 jin têne kuştin. Evren destnîşan kir ku di doza N.Ç.’ê de jî tecawizî hiqîqê hatiye kirin û Serokwezîr di van rojên ku çalakiyên li dijî şîdeta jinan têr lidarxistin de bi gotinên xwe li dijî jinan şîdetê pêk tîne.

Evren da zanîn ku ew wekî Meclîsa Jinan a BDP’ê kampanyaya lîncê ya li dijî parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncelê hatiye destpêkirin şermezar dikin û bilêv kir ku Serokwezîr acîzbûna xwe ye li hemberî têkoşîna jinan di şexsê parlamenterên wan de nîşan dide. Evren herû dawî bang li jinên Tirkiyeyî kir û xwest ji ber van gotinên ku Erdogan li dijî jinan sûcê nefretê dike wî şermezar bikin, anf.


Dîroka girtina ser: 18.11.2011 12:14:57

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *