BDP’ê girtina Genç-Senê ji Erdogan pirsî
ENQERE - Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku girtina sendîkaya Genç-Sen’ê li dijî mafên azadiya bingehîn e û binpêkirina mafan e. Kurkçu, da zanîn ku Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî îmze kiriye û ev pêkanîn li dijî vê peymanê ye. Kurkçu, ji Serokwezîr Erdogan pirsa sedema girtina Genç Sen’ê pirsî.
Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, der barê girtina sendîkaya Genç-Sen’ê de, bi boneya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bersiv bide, pirsname da meclîsê. Kurkçu, di pirsnameya xwe de diyar kir ku 3’emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Stenbolê Genç-Sen da girtin. Kurkçu da zanîn ku girtina Genç-Sen’ê li dijî mafên bingehîn ê azadî û birêxistinbûnê ye.
Kurkçu destnîşan kir ku girtina sendîkayê binpêkirina mafê azadiya rêxistinbûnê ye û wiha got: "Biryara navborî li gorî hêjmara 2821’an a zagona sendikayan tê gotin ku xwendekar nikarin sendikayan ava bikin û tenê karker dikarin sendikayan ava bikin û ji ber vê yekê biryar hatiye girtin. Kurtçu, bal kişand ser xala 90’an a Makeqanûnê û diyar kir ku ev xal li ber çavan nayê girtin. Kurkçu, da zanîn ku li gorî daxuyanya Gurdûnî ya Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî her kes dikare sendika ava bike û mafê xwe yê rêxistinbûnê biparêze."
Kurkçu, ji bo Erdogan bibersivîne ev pirs pirsîn: "Di serdema we ya Serokwezîrtiyê de bi hinceta li dijî zagona hêjmar 2821’an e li Tirkiyeyê çend sendîka hate girtin? Ji ber ku ev xala makeqanûna 2821’an a Sendîkayan bi peymana Navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye re dikeve nava nakokiyê hûn difikirin ku vê zagonê rast bikin?
Dîroka girtina ser: 17.11.2011 14:36:53
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...