Di BBC’yê de skandala belgewariya ’erzan’ DI BBC’YÊ DE SKANDALA BELGEWARIYA ’ERZAN’

Di BBC’yê de skandala belgewariya ’erzan’


Di BBC’yê de skandala belgewariya ’erzan’

LONDON - Piştî ku rojnameya The Independent aşkere kri ku kanala televîzyonê ya BBC World News rêzebelgeselek ne li gorî pîvan û rêgezên weşanê fînase kiriye. Ji ber wê jî BBC kete nav tengasiyên mezin.

Li gorî agahiyên ji aliyê rojnameya The Independentê ve hatine dayîn, hikûmeta Melezyayê bi şertê ku îmaja welatê wan bilind bike, bû sponsora bernameya bi navê World Business a têkildarê aboriya gerdûnî bernameyan çê dike û ev bername ji aliyê saziya bi navê FBC Mediayê ve têne amadekirin. FBC Media ji bo 17 milyon sterlîn di 8 bernameyan de cih da nûçeyên erênî yên der barê Malezyayê de.

PiÅŸtî ku ev bername hatin weÅŸandin BBC û çêkera bernameyê ya li DYE’yê CNBC peymanên ligel FBC’yê betal kir û bernameyê ji weÅŸanê rakirin.

BBC DI POLÎTÎKAYA SPONSORÊ DE TUND DIBE

BBC’yê ji têkiliyên çêkera bernameyê yên ligel Microsoftê zêdetir, ji ber nûçeyên alîgir ên der barê Malezyayê de bernameyê rawestand û der barê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin. Di pêngava yekemîn a lêpirsînê de bername bi temamî ji weÅŸanê hate rakirin, hate diyarkirin ku wê ji niha û pêve BBC di anîna bernameyên derve de pir tundraw be.

BBC îdîa kir ku agahiya wan ji girêdana fînansî ya di navbera FBC û hikûmeta Malezyayê de tune ye û destnîşan kir ku ev yek bi temamî ne li gorî pîvan û rêgezên kanalê ye.


Dîroka girtina ser: 16.11.2011 10:48:14

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *