Îdiaya Barzanî pêşniyarên Tirkiyê pêşkêşî PKK’ê kiriye ÎDIAYA BARZANÎ PÊŞNIYARÊN TIRKIYÊ PÊŞKÊŞÎ PKK’Ê KIRIYE

Îdiaya Barzanî pêşniyarên Tirkiyê pêşkêşî PKK’ê kiriye


Îdiaya Barzanî pêşniyarên Tirkiyê pêşkêşî PKK’ê kiriye

STENBOL-  Mesûd Barzanî 3’ê Mijdarê serdana Tirkiyê kir û ligel Serokwezîr, Serokkomar, Wezîrê Derve yê Tirkiyê û Hevserokên BDP û KCD’ê hevdîtin pêkanî. Li gor îdiayan Tirkiyê di hevdîtinên ligel Barzanî de 23 madde wekî pêşniyar pêşkêş kiriye. Barzanî ew pêşniyar û hevdîtin pêşkêşî PKK’ê kirine û PKK’ê jî Ocalan îşaret kiriye.

Li gor nûçeya nûçegihanê rojnameya Milliyetê Namik Durukan, Hikûmeta Tirkiyê plan dike ku PKK di herêmekê teng de girtî bihêle û ji bo çek danînê, zextên xwe yên li ser Hikûmeta Kurdistanê zêdetir dike. Pêşniyarên ji 23 maddeyan pêktê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye kirin û Rêveberiya Kurd jî xwe ji 9 maddeyan daye paş. Tirkiye hewl dide ku di navbera herêma Behdînan û

Soran de li herêmek stratejîk baregehên xwe ava bike û di vê çarçoveyê de jî zextê li Barzanî dike.
Li gor îdiayê Barzanî gotiye ji bilî arîkariya leÅŸkerî amadeye hemû alîkariyan bide, di rewÅŸek ku bê xwestin de dikare rolê navbeynkariyê jî bileyîze. Barzanî ji ÅŸanda Tirkiyê re gotiye; “Emê ji bilî arîkariya leÅŸkerî her cûreyê arîkariya xwe berdewam bikin. Me di salên 90’î de arîkariya pêwîst ligel Tirkiyê kir, lê hê jî negihaye çareseriyê.”
Di hevdîtinên Serokwezîrê Tirkiyê Tayîb Erdogan, Wezîrê Derve Ahmed Davutoglu û MisteÅŸarê MÃŽT’ê Hakan Fîdan beÅŸdar bûyî de, daxwazek krîtîk ji Barzanî hatiye kirin. Pêşniyar hatiye kirin ku di navbera herêma Soran û Behdînan de, di navbera navçeyên Herîr û Xelîfan de li herêmek stratejîk baregeha leÅŸkerî û qada danîna helîkopteran ji hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê re bê bikaranîn.
Di hevdîtinê de hat xwestin ku di şerê navbera İraq û Îranê de herêma ku artêşa İraqê ji bo danîn û rabûna helîkopteran bikardianî, baregeha leşkerî bê avakirin.
Li gor vê yekê ger baregeha leÅŸkerî li vê derê bê avakirin, wê peywendiyên PKK’ê yên navbera Qendîl û Behdînan qut bibin, qadên PKK’ê yên li Gare û Metînan ku dikeve herêma Dihokê bên kontrolkirin.

‘Barzanî li Selahedîn behsa hevdîtinê ji PKK’ê re kir’
Li gor rojnameya Milliyetê, çavkaniyên ku ji Başûrê Kurdistanê wergirtîn, piÅŸtî Barzanî ji Stembol vegeriya ji rêveberiya PKK’ê re ragihandiye ku ‘Yan agirbestekî nû îlan bike yan jî ÅŸertê çek danînê.’ Barzanî li bajarokê Pîrmam (Selahedîn) ligel rayedarên PKK’ê civiyaye.
Herwiha li gor îdiayên rojnameyê Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrad Karayilan gotiye: “Ev zêdetirî 3 mehane rêberê me di bin tecrîdê de ye û ti agehdariya me jê nîne. Di agirbest û çek danînê de rêberê me dikare biryarê bide.” Bi vî awayî Ocalan îşaret kiriye.

Pêşniyarên ji bo Barzanî hatine kirin
Hevdîtinên ku li Stembolê hatine kirin û MÎT jî beşdar bûyî, bi kurtî pêşniyarên pêşkêşî Barzanî hatine kirin evin;
-Balefirxane ji bo İnterpolê bê vekirin.
-Pozîsyonên leşkerî yên li herêmê ji nû de bên rêkûpêk kirin.
-Li Qendîl û derdora wê sîstema elektronîk a guhdarkirina peywendiyan bê avakirin.
-Lîsteya kesên ji PKK’ê cûda bûyîn û li herêmê dimînin bê nûkirin.
-ÃŽfaedeya kadroyên lîder ên ji PKK’ê cûda bûyîn bê wergirtin.
-Qereqolên li ser sînor bên çêkirin.
-Mekanîzmeya sê alî ya navbera Amerîka, Herêma Kurdistan û Tirkiyê di warê îstixbaret û rewşên fîzîkî de bê bihêzkirin.
-Li navçeyên Qilaban, Çelê û Şemzînan 9 xalên bingehîn ên derbasbûna Bakûrê İraqê (Başûrê Kurdistanê) hene. Ev xalên derbasbûnê bên zêdekirin.
Hêjayî gotinê ye ku Barzanî di roja 4.11.2011ê de, berî ku ligel Erdogan bicive, got ku ew bi hemû şêweyekê dijî bikaranîna hêzê ya li dijî PKKê û herwiha dakokî li ser wê yekê kir ku PKK jî divê wê yekê fêm bike ku "şer xizmeta doza Kurd nake li Tirkiyeyê." Barzanî piştî vê jî di rûniştineke ligel Hevserokên

BDPê û KCD’ê got ku ew bo dehifdayîna aşîtiyê hatiye Tirkiyeyê. Hevserok BDPê Selahettîn DemirtaÅŸ di daxuyaniyekê de bo Ajansa Nûçeyan a Dicle (DIHA) got: "Birêz Barzanî got ku ew bo piÅŸtevanîkirina aşîtiyê hatiye Tirkiyeyê. Barzanî got ku ev demeke dirêje bo aşîtiyê têdikoÅŸe û wê hewldanên wî berdewam bin, rudaw."

 
Dîroka girtina ser: 16.11.2011 11:11:15

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *