Barzanî: Mîtterand ji bo danasîna doza Kurdan rolek mezin leyîst
HEWLÊR - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya wefata dosta Kurdan Danielle Mitterand peyameke sersaxiyê weÅŸand. Barzanî got; “Xwedê jêrazî rolekî ber bi çav li nasandina doza gelê me ya bi cîhana derve de hebû û yek ji dakokîkerê serekiyan bû bi taybetî li karesatên enfal û kîmyabaran û koçbera dîrokiya sala 1991.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya wefata Danielle Mitterand weşand û xemgîniya xwe rave kir.
Barzanî di peyamê de goti; “Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawiya dosta kevinê gelê Kurd xanim Danielle Mitterand bihîst.
Ev bûyer min gelek gelek xemgîn kir, ji ber ku xanima xwedê jêrazî hevsozekî kevinê doza gelê me bû, herdem li xweşî û nexweşiyê da dostekî bi wefa bû.
Dema li sala 1989 wê pêşwaziya me kir, ku me behsa nehametiyên gelê Kurd bo wê kir, çavên wê bi rondikan pir bûn. Xwedê jêrazî rolekî ber bi çav li nasandina doza gelê me ya bi cîhana derve de hebû û yek ji dakokîkerê serekiyan bû bi taybetî li karesatên enfal û kîmyabaran û koçbera dîrokiya sala 1991.
Ji bo wê yekê rola vê xanimê qet nayê ji bîr kirin û herdem li bîra min û hemû gelê Kurd de bi nemirî dimînê.
Bi koçkirina vê xanima mezin da pirse û serxweÅŸiya xwe bi malbata xwedê jêrazî û hemû gelê Fransa radigihînim û hevbeşê xem û êşa wan im.”
Dîroka girtina ser: 23.11.2011 13:32:47
ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN
hîna şirove nehatiye kirin...
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...