

NÛÇE - Di encama operasyonên qirkirina siyasî li hemberî siyaseta legal a Kurdan di bin navê KCK’ê de pêk tên de bi dehan parêzer hatin binçavkirin. Beriya mehekê parêzerên Ocalan kir hedef û got; “Nivîsgehek bi navê Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê heye. Li vir her tim parêzeran diguherînin. Heman parêzer her tim naçe ÃŽmraliyê. Lê agahiyên ku ji ÃŽmraliyê dianîn êdî hatin qûtkirin.”
Li dijî siyasetmedarên kurd di bin navê KCK’ê de li gelak bajaran operasyon hate lidarixsitn û bi dehan kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyona ku bi fermana Dozgeriya Komarê ya Rayetaybet a Stenbolê hate lidarxistin de bi ser rojnameya Ozgur Gundem, Kovara Demokratîk Modernîte û Ozgur Halk, Nivîsgeha Hiqûqê ya Sadsalê û avahiyên BDP’ê de hate girtin. Serdegirtin û lêgerîn didomin û li 16 bajaran zêdetirê 70 kesên ku hatin binçavkirin wê bibin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
STENBOL
Serê sibehê li 16 bajaran di bin navê KCK’ê de bi ser mal û nivîsgehên parêzeran de hate girtin. Hejmara kesên ku li Stenbolê û Bursayê hatin binçavkirin derket 24’an. Lêgerîna li Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê, Rojnameya Ozgur Gundem, Kovara Demokratîk Modernîte û Nivîsgeha Parêzer Huseyîn Çalişçi didomin. Li malên parêzerên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Ozgur Erol, Mehmet Sanî Kizilkaya, Mustafa Eraslan û Firat Aydinkaya jî lêgerîn tên kiri. Hemû riyên ku derdikevin Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê jî ji aliyê polîsan ve hatine girtin.
Li nivîsgeha Kovara Demokratîk Modernîte û Ozgur Halkê jî lêgerîn didome.
Navên hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: "Rojnameger Cengîz Kapmaz, ÅŸofêrê Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê Huseyîn Karasu, Serokê BDP’a Stenbolê yê berê Parêzer HUseyîn Çalişçi, parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan AyÅŸe Batumlu, Cengîz Çîçek, Ozgur Erol, Mehmet Sanî Kizilkaya, Mustafa Eraslan û Firat Aydinkaya."
Serokwezîr Tayyîp Erdogan demeke berê der barê Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê de wiha gotibû: "Ciheke ku dibêjin Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê heye. Parêzerên Îmraliyê jî girêdayî vir in. Her tim parêzeran diguherînin. Tenê parêzerek naçe Îmraliyê. Parêzerên ku diçin Îmraliyê bi aweyeke têkîliyan bi Qendîlê re çêdikin. Di demên dawi de hevdîtin pêk naye. Sedema ku ev çend meh in hevdîtin pêk nayê ev e." Operasyona ku piştî vê daxuyaniye dest pê kir balkêş e.
AMED
Li Amedê serê sibehê di encama serdegirtina malan de Hevserokê BDP’a Amedê Omer Onen, Serokê BDP’a Rezan Alî Yuce, Endama Meclîsa Domdar a KCD’ê Bedîa Akaya, Cîgira Åžaredara Rezan Derya Tamrîş û parêzer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser avahiya BDP’a Rezan de jî girtin û li avahiyê lêgerîn didome.
Kesên ku li Amedê hatin binçavkirin:
Li Amedê navên kesên ku hatin binçavkirin ev in: "Hevserokê BDP’a Amedê Omer Onen, Serokê BDP’a Rezan Alî Yuce, Endama Meclîsa Domdar a KCD’ê Bedîa Akaya, Cîgira Åžaredara Rezan Derya Tamrîş, Rêveberê BDP’a Rezan Erdal Åženadam, Rêberê BDP’a Rezan Abdulhamît Durmaz, Endamê Meclîsa GiÅŸtî ya Bajar Åžafî Hayme, Endama Meclîsa GiÅŸtî ya BAjar Fatma Kizilkaya, Endama Meclîsa Åžaredariya Rezan Kadrî Goktîmur, Endama ÃŽnsiyatîfa Dayikên AÅŸtiyê Yuksel Barut, Xebatkarên BDP’ê ÃŽrfan Çelîk, GulÅŸen Çelîk, Recep GumuÅŸ, M. Cevat Aydin, Tahîr Baran, ÃŽbrahîm Mercan, Abdullah Yalçin, Mehmet Okur, Recep GumuÅŸ, Canan Guler, hevserê Åžaredara Bismilê Cemîle Emînoglu Yusuf Emînoglu, parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê Baran Pamuk, Nurî Denîz, parêzerên Baroya Amedê Serkan AkbaÅŸ, Muharrem Åžahîn, Meral Atasoy, Fuat CoÅŸacak, Osman Çelîk, Mehmet Ayata, Nurî Demîr."
Hate zanîn ku bi ser hin gundên navçeya Rezan de jî hate girtin. Li gundê Gozeliyê Şahîn Seyyar, ji gundê Hasavarê Nurettîn Karataş hatin binçavkirin. Li gundê Taşdîlekê jî bi ser malekede hate girtin û lê kesek nehat binçavkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkirinan zêde ye.
RIHA
Prz. Cemo Tuysuz li Rihayê di encama serdagirtina malê de hate binçavkirin.
KOCAELÃŽ
Hate zanîn ku li Kocaeliyê bi ser avahiyên ESP, SDP û Mala Gel de hate girtin û lêgerîn didomin.
SÊRT
Li navçeya Misircê ya Sêrtê serê sibê polîsan bi ser mala Prz. Åžakîr Demîr de girtin. Hate zanîn ku di çarçoveya operayonên KCK’ê de bi ser mala Demîr de hate girtin û li malê hêj lêgerîn didome.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê polîsan bi ser mal û kargeriya Prz. Bedrş Kuran ê girêdayî Baroya Mêrsînê de girtin. Piştî lêgerînan Kuran hate binçavkirin.
ÃŽZMÃŽR
Li Îzmîr polîsan bi ser mal û nivîsgehaên parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê yên Asrinê de girtin. Ji parêzeran Servet Demîr, Mehmet Bayraktar, Nezahat Paşa Bayraktar û Mîzgîn Irgat hatin binçavkirin. Li nivîsgehên parêzerên hatin binçavkirin lêgerîn berdevam dikin.
ÅžIRNEX
Li navçeya Dihê ya Şirnexê jî prz. Veysel Vesek û Hakzan Sadak di encama serdagirtina malan de hatin binçavkirin.
ÊLIH
Li Êlihê polîsan bi ser mal û kargeha Serokê Rêxistina BDP’ê ya Êlihê Prz. Mehdî Oztuzun de girt. Lêgerînên li mal û kargeha Oztuzun bi dawî bûn û Oztuzun hate binçavkirin.
WAN
Li Wanê jî parêzer Sabahattîn Kaya û Cemal Demîr di encama serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Demîr û Kaya parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikirin. Hate zanîn ku di Demîr li Åžirnexê hate binçavkirin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî polîs û tîmên taybet bi ser malên 4 parêzerên parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin de girtin. Di serdagirtinan de li mala Serokê Baroya Colemêrgê yê berê û Endamê Daîmî yê KCD’ê Nevzat Anuk û Davut Uzunkopru de lêgerîn kirin. Di serdagirtinan de Uzunkopru hate binçavkirin û Anuk jî li Enqere hate binçavkirin. Hate zanîn ku lil nivîsgehên Ergun Canan û Erdal Sefali jî lêgerîn didome, anf.
Şirove bike/Zanyarî bigre ser
Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...