Fermana operasyona parêzeran ji Erdogan hat FERMANA OPERASYONA PARÊZERAN JI ERDOGAN HAT

Fermana operasyona parêzeran ji Erdogan hat


Fermana operasyona parêzeran ji Erdogan hat

AMED - Di encama operasyonên qirkirina siyasî li hemberî siyaseta legal a Kurdan di bin navê KCK’ê de pêk tên de bi dehan parêzer hatin binçavkirin. Beriya mehekê parêzerên Ocalan kir hedef û got; “Nivîsgehek bi navê Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê heye. Li vir her tim parêzeran diguherînin. Heman parêzer her tim naçe ÃŽmraliyê. Lê agahiyên ku ji ÃŽmraliyê dianîn êdî hatin qûtkirin..”

Di operasyonên îro de bi dehan parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, hatin binçavkirin.

Erdogan ji bo Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê wiha gotibû; “Nivîsgehek bi navê Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê heye. Li vir her tim parêzeran diguherînin. Heman parêzer her tim naçe ÃŽmraliyê. Lê agahiyên ku ji ÃŽmraliyê dianîn êdî hatin qûtkirin. Ji ber ku bi rêberê wan ê li ÃŽmraliyê re hevdîtin pêk naynin.”

HEVDÃŽTINA ERDOGNA Û MÃŽT’Ê

Sekreterê GiÅŸtî yê TÃŽHV’ê û Berdevkê Demê yê Meclîsa AÅŸitiyê ya Tirkiyeyê Metîn Bakkalci der barê operasyonêna de got ku ew nikare ne di hiqûqê de ne jî di exlaq de tu cihek ji van operasyonan re bibîne. Bakalci bal kiÅŸand ser hevdîtinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û got; “Serokwezîrê bi Wezîrê Dadê û MÃŽT’ê re hevdîtin pêk anî. PiÅŸtî wê operasyon dest pê dikin. Hinek kes me weke ehmeqan dibînin. PiÅŸtre jî Erdogan radibe û dibêje “ne ez van operasyonan dikim”.”

KESK: DIVÊ BINÇAVÎ SERBEST BÊN BERDAN

Serokê GiÅŸtî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî destnîşan kir ku hikûmet bêçareseriyê dispêre pirsgirêka Kurd û bal kiÅŸand ku ev binçavkirin keyfî ne. Ozgen diyar kir ku divê kesên di van operasyonan de hatine binçavkirin tavilê serbest bêne berdan.

MAZLUMDER: DERBE LI PÊVAJOYA AMADEKIRINA MAKEZAGONÊ DIXIN

Serokê GiÅŸtî yê MAZLUMDER’ê Ahmet Faruk Unal jî bal kiÅŸand ku tu “qîmetê siyasî yê van operasyonan tune ye” û destnîşan kir ku dixwazin bi vê yekê mirovan bixapînin û diyar kir ku dixwazin bi van operasyonan derbe li pêvajoya amadekirina makezagonê bixin.

Dîroka girtina ser: 22.11.2011 12:50:00

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *