Demirtaş: AKP bi operasyonan dawî li xwe tîne DEMIRTAŞ: AKP BI OPERASYONAN DAWÎ LI XWE TÎNE

Demirtaş: AKP bi operasyonan dawî li xwe tîne


Demirtaş: AKP bi operasyonan dawî li xwe tîne

ENQERE - Hevserokê BDP’ê Selahattîn DemîrtaÅŸ nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên îro di bin navê ‘KCK’ê de pêk tên da û got; “Li Sûriye û Misirê jî ev qas girtin û binçavkirin pêk nayên. Serokwezîr ji Esad re ‘Desthilatî bi tank û topan nabe, tu wê jî biçî!’, Serokwezîr van gotinên ji bo Esad gotiye, ji bo xwe jî gotiye. AKP di aliyê siyasî de bi van operasyonan dawiya xwe tîne."

Operasyonên qirkirina siyasî yên di bi navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meÅŸandin û îro jî Nivîsgeha Hiqûqê ya Asrinê kir hedef berdewam dikin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn DemîrtaÅŸ nerazîbûneke tund nîşanî serdegirtinan da.

DemîrtaÅŸ ragihand ku li gorî agahiyên gihiÅŸtine wan operasyon li 16 bajaran tên meÅŸandin û bi taybet parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê dikin hef. DemirtaÅŸ diyar kir ku wana ji daxuyaniyên Serokwezîr û Wezîran dizanî ku wê ev operasyon pêk bên û got; “Wezîrê AKP’ê jî û Serokwezîrê wê jî bi xwe gotibûn wê ev operasyon bidomin. Nihga ev operasyon pêl bi pêl li her derê belav dibin."

DemîrtaÅŸ operasyonan weke “cinayeta hiqûqê” bi nav kir û got; “AKP bi van operasyonan di aliyê siyasî de amadekariya dawîbûna xwe dike.” DemîrtaÅŸ bang li Kurdan kir ku û got; “Divê li hemberî van operasyona bêdeng nemînin” û bal kiÅŸand ku Kurd gavan paÅŸ de avêjin.

DemîrtaÅŸ bal kiÅŸand ser serhildanên gel ên li welatên Ereban pêk tên û nêzîkatiyên dewletên Ereb ên li hemberî van serhildanan û got; “Li Sûriye û Misirê jî ev qas girtin û binçavkirin pêk nayên. Serokwezîr ji Esad re ‘Desthilatî bi tank û topan nabe, tu wê jî biçî!’, Serokwezîr van gotinên ji bo Esad gotiye, ji bo xwe jî gotiye. AKP di aliyê siyasî de bi van operasyonan dawiya xwe tîne, anf."


Dîroka girtina ser: 22.11.2011 12:44:32

ŞÎROVEYÊN HATÎ KIRIN

hîna şirove nehatiye kirin...

Şirove bike/Zanyarî bigre ser

Piştî ku şiroveya we ji aliyê karmendê me ve hate pêşçavkirin dê li vira werê weşandin...

Navê we/Paşnavê we *

Navnîşana-e

Berfirehiya şirovê *